Cizîr

Ji Wîkîpediya

Cizîr - Cizîra Botan


(Cizre)

Welat Kurdistan (Bakur)
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex (parêzgeh)
Serbajar Şirnex
Koordînat 42° 54′ N, 38° 34′ E
40° 59′ N, 37° 22′ E
776px-Sirnak districts ku.PNG


Nexşeya parêzgehê


Cizîr navçeyeke girêdayî bajarê Şirnexê ye. Bi navê Cizîra Botan jî tê naskirin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgar û sînorên bajêr

Li rojhilat bi Silopî ve, li bakur bi Gundik ve, li başûr bi Dêrikê ve li rojava jî bi Hezexê ve tê girêdan.

[biguherîne] Gundên Cizîrê

[biguherîne] Gundên navçeya Cizîrê (lîste ne temam e)

Navê fermî (1928)
Qeza: Cezire
Nahiye: Cezire (navend)
Navê kurdî yê îro Navê tirkî yê îro
Ernebat Ernebat Çavuşköyü
Istewrik, Stewrik
Babîl Babîl Kebeli
Bacirîq
Bazendan
Bahmûr Bahmûr Bozalan
Basîk Basik, Basikan, *Basga Dirsekli?
Başût
Baxûs (Baghuth), îro li Binxetê ye.
Batil Batil Tepeönü
Bane Qesir
Banokî Banokê
Bayeqûb Şible
Bayeqûb Elî
Berebeyt
Bikurik
Borz
Bîlingir
Bilatûk
Pirik
Pilîsa Jêr Pilîsa Jêr Kayaköy
Tirbegeh
Teldar
Telîlan Tilîlan Sirtköy, Idil
Telîlûn Tilîlûn
Telîbel Tilîbel Ugur
Carûdî
Cibrî Cibrî Güçlü
Cudeyn
Celo Sefan
Celo Qêliç
Cinbir Cinbir Yeşilyurt
Çemşeref
Çemqere, Çemê Reş?
Hacî Meter
Hubelhewa
Hekemî
Hiyake?, Çake?
Huneywî Huneywê
Xeraba Reşik a Bala, îro li Binxetê ye?
Xeraba Reşik a Jêr, îro li Binxetê ye?
Xeraba Reşik a Imare, îro li Binxetê ye?
Xirba Jor
Xolana Bala
Xeylanî Xeylanê Yagmurca, Idil
Dirbaciyan Dirbaciyan Korucu
Dinbilyan Dinbilyan Erdem
Dêrika ber Avê
Dêrika Hemkû?, Dêrika Hemka?
Dîkî Dikî Yorük
Rikava
Rûbar
Riwenê
Rîhanik, li Binxetê ye.
Zirgûza Bala Yavşan?
Zirgûza Jêr Yavşan?
Zixat
Zingelûk
Zuheyrê
Ziyaret
Zêwik Zêwik Ulaş
Sirsirik
Serimaq
Siftik Siftik Okçu, Idil
Sinatî?, Sinatê?
Sêgirik
Şax Şax Çaglayan
Şe'banî?, Şebanê?
Şems
Şibana
Salihê
Eyndîwer, îro li Binxetê ye.
Eynwerdik
Omerîn Omerîn Dicle
Ferîsê
Qeba Felqir
Qedêrê
Qerexerab
Qesira Dilan
Qesira Dîb, îro li Binxetê ye.
Qesirik
Qezareceb, Qeza Receb
Karişan
Karûx
Kasan
Kanîspî, Kanî Spî, îro li Binxetê ye.
Kanîkerek, Kanî Kerek, îro li Binxetê ye?
Kanîmitrib, Kanî Mitrib, îro li Binxetê ye?
Girê Axin
Gerdemê, îro li Binxetê ye?
Girzerik
Girzerîn, îro li Binxetê ye?
Girikê Ebasan
Girikê Mela
Girê Keran
Girê Gewre Girê Gewre Taşhüyük
Girê Gah, Girê Ga?
Gezal Varlik?
Gozik Gozik Gürsu
Gundikê Şêx
Mamêşûr
Mezreya Bala
Mezreya Jêr
Mijmijok
Mensûrê
Mozelan, îro li Binxetê ye.
Mehmedî
Mîr Ezîz
Nihrib Nihrib Sulak
Hebler Hebler Hisar
Herbaq
Hoser Hoser Düzova

[biguherîne] Dîrok

Dibêjin Cizîre ji aliyê pêxember Nûh ve hatiye avakirin herwesa û li gor dîroka îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye avakirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bû, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxember Nûh di Cizîrê de ye ji ber ku sorhên Cizîrê wekî gemiyekî hatine danan.

Di derbarê dîroka Mezopotamiya pirtûka herî Kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê "vejîna dehhezaran". Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamiya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîre bajarî herî kevinar e.

Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûye zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yak u li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin.

Li gora Abdûla Yaşîn, Cizîre duwemîn bajare ku li Mezopotamiya hatiye ava kirin. Alfred Flobil yê ku xelkê Puerto Ricoyê bû, di sala 1953-1954 û di encama vekolîna xwe ya ku li Tepê reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku: navê Cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû.

Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di dema Gotiyan de jî ji Cizîrê re di gotin. Gerzu bakartda û ev nave ji aliyê dîroknasn ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr di bêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin Gazarta û Bazîbda.

Di qonxa Abasiyan de Cizîre gelek sod gihndae Abasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdu alezîz îzafetîn ku wî jî nav lê kir Cezîret ibn Omer.

Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Boda ye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin.

Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodayeher wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin" peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya". Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin nekolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê.

Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira Botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê ji di cizrê de êdî nezî 360 mizgeft hatine ava kirin û di dema me ya niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin. Her wisa sor û kelhên kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivistana leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li cira botane mezara Mem û Zîn e û Bekoyê awan dimînin. Li milekî din bajarê Cezîrê bajarekî çandî ye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta Cizîrê û bajarê Cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê avdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek mifa jê giritne di warê wêje û helbestê de Şêx Ahmedê Cizîrî ye ku helbestvanê herî navdar ê kurd e.

[biguherîne] Melayê Cizîrî

Navê wî Şêx Ehmed e,hem jî bi naznavê Nîşanî di hin helbestên xwe de diyar kiriye. Bi wateya (Nîşan) ango ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re. Navê bavê wî Şex Mihemed e bi koka xwe ji hoza Bextiyan e di herêma Botan de.

[biguherîne] Cihên dîrokî

[biguherîne] Navdarên bajêr

mala ûsfê katib qesra mehmet axa mala ensariya kahniya sitya nefis pira cüdeyt aşên cüdeyt pira bafid-yafes pira baqarta xirebajarê mizgeftogê xirabajarê kêre

[biguherîne] Dengbêjên Cizîrê


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Bane | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîr | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsim | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Gurgum | Hesîçe | Hewlêr | Îlam | Îdir | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meledî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Nisêbîn | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Qoser | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Xoy | Zaxo