Alaya Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Alaya fermî ya Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

FIAV 111111.svg Ala fermî a herêma Kurdistan a Îraqê Ratio: 2:3

Danasîn[biguherîne]

Ev al di sala 2002 de, ji alîye parlementa herema Kurdistana Iraqê, bi hemû nêrînen xwe ve, bi yek dengî, wek ala fêrmî a herêma Kurdistana Îraqê hatîye pejirandin. Nîha li ser ezmanê Kurdistan a başur difirike. Hêjmara Tîrêjên Alê li gel PDK 21 tîrêjin, lê li gel YNK 17 Tîrêjin.

Pîvanên alayê[biguherîne]

Al Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Dirêjî û firehiya her sê zemînan weke hev mezine. Zemîna li jor bi rengê xwe sore, ya navîn spîye û ya jêr jî keske. Firehiya alayê 2/3 cara dirêjiya wêye. Dîametra cerga rojê bi tevî tîrêjên xwere 1.0’e û bê tîrêjan 0.5’e. Hawirdorê cerga rojê, bi 21 tîrejên wek hev hatîye xemilandin. Dawiya tîrêjan tûje û tîrêj ji herdû aliyên xweve bi xêzeke rast pêk tên. Bingeha tîrêjên rojê bê navber li ser zemîna cerga rojê digihin hevdo. Roj bi awakekê geometrik cihê xwe di nîvê alayêde digirê. Roj bi awayê emûde, kû vektor di nava tîrêja jorînde derbas dibê, hatîye bicihkirin.

Ev belgenama ala fermî a hikumeta herêma Kurdistana Îraqê, bi eslê xwe ji aliyê Dr. Mehrdad Michael R.S.C. Izady (bi nêrîna dîrokî û estetîkî) û Dr. Bijhan Eliasi (ji aliyê teknîkî) ve, di sala 1998 de hatîye amedekirin.[1]

Wateya rengan[biguherîne]

Taybetiya alê a bingehîn nîşana roja zêrîne. Nîşana rojê di dîroka Kurdan de wateya xwe ya olî û çandî heye. Nîşana rojê bi 21 tîrêjên xwe, xerhatina cejna netewî a Newrozê, kû di 21’ê adarê tê pîroz kirin, dikê. Di bingeha xwe de, cejna Newrozê jî, ji ola Yêzîdîtîyê tê. Roj û agir sembola azadî û ronahiyê ne. Herwiha Newroz bi xwere demsala Biharê jî têne. Rengê sor, xwîna şoreşgerên Kurdistanê sembole dikê. Rengê kesk siruşt û xwezaya Kurdistanê sembole dikê. Rengê spî aştîxwazî û aramî ya gelê Kurd sembole dikê.

Reng Wate CMYK RGB
Kesk Siruşt û xwezaya Kurdistanê 100-0-89-60 29 8C 00
Sor Xwîna şoreşgerên Kurdistanê 0-100-100-0 FF 00 00
Zêr Ronahî û azadî 0-25-100-0 FF C0 00
Spî Aşîtî FF FF FF

Ev nivîsa li ser alayê ya Mahmûd Lewendî ye ku di salên 1991an de nivîsîye û di gelek kovar û rojnameyên wê demê de belav bûye. Gelo çima navê wî nehatîye nivîsîn?

Dîroka alaya Kurdistanê[biguherîne]

Xoybûn û alaya Kurdistanê[biguherîne]

Ala neteweyî cara pêşî ji hêla rêberên Tevgera Xoybûnê ve, ji bo temsîla kurdên li hemberî împeratoriya Osmanî ya li ber têkçûnê têkoşîna serxwebûnê didin, hatiye diyarkirin.[2]

Kovara Hawarê û alaya kurdî, 1932[biguherîne]

Kovara Hawar

Di Kovara Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan di gotarek xwede wiha ala kurdan didê nasîn û dibêje:

« Her milet xweyiyê aleqê ye. Al nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedrbûna ala xwe, beperwa xwe didin qûştin. Ala her miletî jê re beha ye. Di cejn û şahînetan de kesr, xanî û qûçayan pê dixemilînin, di ber wêre diborn, slavan lê diqin, di rêveçûna leşqerî de diveqin pêşiyê. Lê alên miletên dîl, weq ya miletê me, ji her der biderqirî, lihevtewandî li ser dilên zarowên wan de hilandî ne. Miletên dîl dixebitin xwîneên xwe dirijênin qo biyaniyan ji welatên xwe bikewirinin û alên xwe li ser qalat û bajarên xwe ji nû ve daçiqînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiqleqî din e. Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û qesq e, di nava wê de roj diçirise. »

— Celadet Alî Bedirxan, Hawar, Hejmar 9 (30 Îlonê 1932)

Alaya kurdî di 1932 -an de li ser herdû bergên kovara Hawarê, hejmara 11 (10 Mijdarê 1932), bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên alê ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk bû, û rojeke zêrîn bi 18 tîrejên xwe hebû .

Alê kurdan
Alê kurdan di nav roq.
Çi bedew û biheybet.
Bi çar reng î, rengên te,
Çi delal û çi xweşqoq.

Xêzeq qesq û xêzeq sor,
Nav sipî û nîveq zer.
Qesqesor e, bi roj e,
Ev li jêr û ew li jor.

Semyana qeç û lawan,
Rûmeta jin û mêran.
Neyarên te pir jî bin,
Tu dê bidî bera wan.

Qo çirisî roja te,
Dê belav bin mij û dû.
Rabe ser xwe ser bilind,
Nîzing bûya rûja te.

— Herekol Azîzan[3]

Ala kurdan
Ronahiya dil û çav;
Diyariya dê û bav;
Pêsîra wê roj û tav,
Spehitiya ax û av

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Kehremanê ceng û şer;
Kiblegeha mê û ner;
Cayegahê can û ser
Afitaba dar û ber

Ala kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Rêviya xortan û mêr,
Mihreba mizgeft û dêr
Şahê evd û şahê şêr
B'reng û bihn e zîv û zêr.

— Dr. Kamûran Alî Bedirxan[4]

Alaya kurdî li Mehabadê, 1946[biguherîne]

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê Ala Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje: "Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdistanê ya ku di 1919-an de ji alî Teshkîlatî Îctîmaîye Cemîyetiyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(4).

Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî ya li ser ala Kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala Kurdî çend rêz ji wê axaftinê:

"...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindiya Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakiya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye......"(4)

William Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye: "Di Gulana 1944-an de rêxistina Komele, bi alîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdî ya netewî amade kirin. Ev al ku ji sê xetan pêkhatî bû, her xeteke wê rengek bû. Li jorê sor, li navê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi vajî qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pisht wan jî çiyayek û pênûsek hebû"(5)

"...Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946-an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû....Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Papûra ku ji herdû seriyên bajêr digihîşt qada Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(6)

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948-an de li gel Yusif Azizoglu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datianîn ser Ala Kurdî û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alê weha dibêje: "Wezîfa çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li navê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê netewî yê Kurdan Zerdûştî ye...."(7)

Bulletin Du Centre D-Etudes Kurdes, di bin berpirsiyariya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950"yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên Îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala Kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li navê, kesk li jêr û li navê jî roja zer (8).

Di dîrokê de alayên rexistinên Kurdistanê[biguherîne]

Di Kurdistanê de alên curbecur hatin bikaranîn û tên bikaranîn lê biryareke li ser bikaranîna aleke neteweyî tuneye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Malpera Kurdistanica
  2. Malpera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
  3. Hawar - Kovara Kurdî, Cild 1, Hejmar 5 r.4, Mihemed Bekir, Stockholm 1987,ISBN 91-970863-0-4
  4. Hawar - Kovara Kurdî, Cild 1,Hejmar 8 r.7, Mihemed Bekir, Stockholm 1987,ISBN 91-970863-0-4
  5. a b Kurdistan: Short-lived independent states

Girêdanên Derve[biguherîne]