Mîrîtiya Soran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ala Keyaniya Soran
Keyaniya Soran (1835)

Keyaniya Soran, Mîrîtiya Soran (1399 - 1883) yek ji dewletên Kurdan di dîrokê de ye.

Nêzîkî 500 sal berdewamkiriye. Paytextê vê keyaniyê bajarê Rewandûzê bûye. Damezrêner û yekemîn keyê wê Hêja Kolos e. Di dema keyê bi navê Mîr Soran de keyanî bipêşketiye ku Mîr Soran ji aliyê diya xwe ve ji malbata desthilatdar bûye. Tê zanîn ku bi qasî demekê ji ber nakokiyan diya wî Keybanû Gelayroj Xanimê desthilatî kiriye.

Zimanê dewletê zaraveyê Soranî bûye ku tê gotin peyva "Soran" ji navê key Mîr Soran derketiye. Beriya wê ji zaraveyê Soranî re Kurdî xwarû dihatibûye gotin. Hin jî dibêjin "Soran" tê wateya "Cihê, welatê sor, soran" ku ji ber xwekirinên gel ên rengê sor derketiye.

Keyaniya Soran gelek caran bi împaratoriya Osmanî re şerkiriye. Di sala 1883'î de desthilatdariya binemala Kolos têkçûye û dawî li împaratoriyê hatiye.