Kurdistana Sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya Kurdistana Sor. Di vê nexşeyê de wekî Kurdistan Uyezd xuya ye, peyva rûsî "uyezd" tê wateya nehiye, qeza an herêm[1]
Kurdistana Sor, 1930

Kurdistana Sor (bi rûsî: Красный Курдистан, Krasniy Kurdistan; bi azerî: Qizil Kürdistan) otonomiya kurdên YKSS'ê ku di nava salên 1923 heya 1929'an de berdewam kiribû.

Kurdistana Sor projeyeka Lenîn bû ku Lenîn beriya mirina xwe ew pêk anî. Ji bo kurdên di nava Azerbeycan û Ermenistanê de dijîn herêmeke serbixwe avakir. Lenîn alîkariya neteweyên kêmnifûs dikir ku di bin şovenîzma neteweyên zêde nifûs de neyên pişavtin û li wan pêkutî neyên kirin. Ew cihên ku kurd lê dijiyan ji xwe cih û warê kurdan bû, ku ne bi koçberî hatibûn wir. Bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar hwd parçeyek ji axa Kurdistanê bûn.

Hin agahiyên derbarê Kurdistana Sor[biguherîne]

  • Paytext: Laçîn
  • Zimanê fermî: kurdî (zaraveyê kurmancî)

Kurdistana Sor (ango bi tîpên kîrîlî, Кöрдьстана Сор) ji aliyê Josef Stalin ve li ser daxwaza Tirkiye û Îranê tê hilweşandin û kurdên herêmê yên ku dewleta xwe diparêzin tên kuştin an sirgûnkirin.

Di sala 1992'î de bi pêşengiya Wekîl Mustafayev dest bi jinûveavakirina otonomiyê xebatên girîng tên kirin. Mixabin di nava kurdên YKSS'ê de hevgirtinek baş ava nabe. Dewleta Ermenistanê piştî hilweşîna YKSS'ê polîtîkaya xwe ya kurd diguherîne û hebûna kurdan li Ermenistanê înkar dike. Kurdên li Ermenistanê pirranî êzîdî ne û Ermenistan dibêje "Êzîdî hene li welatê me lê kurd nînin. Êzîdî bi eslê xwe ereb in û kurd jî dijminê me û êzîdiya nin, me qirkirine" [çavkanî pêwîst e]. Hin şêx û mezinên kurdan (êzîdî û misilman) jî bi viya dixapin û ji doza Kurdistana Sor vedigerin. Kurdên Azerbaycanê jî pirranî misilman in û wan jî bi heman siyasetê Azerbeycan dixwaze bixapîne.

Doza ku Mustafayev û ronakbîrên kurdan destpêkiribû serî de ji nebûna yekitiyê û dûv re jî bi pêkutiyên Rûsya, Tirkiye, Îran, Azerbaycan û Ermenistanê têkdiçe. Mustafayev ji destê artêşa Azerbaycanê û peyayên kujer ên Tirkiyeyê difilite û wekî penaber xwe digihîne Îtalyayê.

Niha kurdên Sowyetistanê (YKSS) di bin zilma gelên serdest de ne. Li Azerbaycanê nasnameya kurd êdî tê înkarkirin û dixwazin kurd ji Azerbaycanê derkevin. Dîsa Ermenistan jî heman polîtîkayê dimeşîne. Kurdên Kurdistana Sor koçberê nava Rûsya û welatên rojava yên Ewropayê dibin û di rewşeke kambax de dijîn.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Î.O. Farîzof (1957). Ferhenga ûrisî-kurmancî. Moskva.

Lînkên baldar derbarê gotarê de[biguherîne]