Borşç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Binikek ji borşçê dagirtî
Borşç bi tevî kremaya tirş

Borşç (bi ûkraynayî û rûsî: борщ, polonî: barszcz) şorbeyek ji şêlimê (binerd, şelxam) ye ku li seranser rojhilatê Ewropayê tê zanîn û xwarin. Xwarineke slavî ye. Bi texmînî navê xwe ji bêjeya slavî ya tê wateya „dardaroka mendoyê, pelên ku dişibin ên mendo yan kerengê“ girtiye. Kurd jî mendoyê dixwin û di serdema navîn de li Rûsyayê tevlî xwarinan dikirine. Kurd mendoyê bi xavî dixwin lê tevlî xwarinan dikin an na nayê zanîn. Xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e.

Di dema YKSSê de li seranser welatên Sovyetê belav bûye. Herwiha kurdên Sovyetê jî vê xwarinê nas dikin û dixwin. Bo navroj û şîvê ye. Beriya ku bê ser destexaneyê (sifre) bi krema, biharbêhnên teze (pirranî hêliz-pîjinda-şiwît), herwiha sîrim, bexdenûsê tê çêjdarkirin. Ûkraynayî rûnê sîrê yê bi xwêyê bikartînin û bi nanê teze dixwin. Li hin heremên Almanyayê jî bi navê Beetenbartsch tê xwarin.

Rûs û ûkraynayî ji kartol, pîvaz, kelema spî, gizêr, fringî û goştê dewarê çêdikin. Polonî bi çend awayên din jî dixwin.

Borşça sarî[biguherîne]

Bi rûsî: холодник; polonî: chłodnik; lîtvanyayî: šaltibarščiai; letonî: aukstā zupa dibêjin ku ev bi sarî tê xwarin û şorbeyeke havînê ye. Ne goşt ne jî kelemê dixinê, ji kefîr û kremayê amade dikin. Nakelînin, berê şêlimê dixaşînin, bi sarî tevlî xwarinê dikin.

Girêdan[biguherîne]