Elemût

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bermayiyên keleya heşhaşiyan a Elemût (Îran).
Leşkerê mongolan êrîşî keleya Elemûtê dike (di wêneyekî kevn de)

Elemût an keleya Elemûtê (bi farsîدژ الموت, Dazh-e Alamūt) kelayeke li ser girekî çiyayên Elburz, başûra Deryaya Mazenderan li Îranê ye. Nêzî bajarê Gazor Xan, li parêzgeha Qazwênê, derûdor 100 km dûrî Tehrana îroyîn e. Lê belê, îroj bi tenê xopanên keleyê dimînin. Ew kele di sala 840î de li 2.100 m bilindahiyê hatibûye çêkirin û ji bo vê yekê dagirkirina wê gelek dijwar bû.

Di sala 1090î de kele ji aliyê terîqeta şiî ya îsmaîlî ya heşhaşiyan ve hat dagirkirin û ji bo demeke dirêj bû baregeh û zanîngeha wan. Kele ji aliyê van serdaran ve hat kargerkirin:

Hûlagû Xan di 15'ê berfanbera 1256an de li keleya Elemûtê bi leşkerê xwe yê mongolan şer kir û şikest û cardin gelek berhemên zanistî û quranên destnivîsar ên heşhaşiyan şewitandin.

Bibîne[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Girêdanên derve[biguherîne]


36°26′41″Bk 50°35′11″Rh / 36.44472°Bk 50.58639°Rh / 36.44472; 50.58639