Fosfor

Ji Wîkîpediya

Şeklê wê
P-TableImage.png
Bi tevayî
Nav Fosfor
Navên din bi yewnanî: φωςφορος phosphoros, yanî "ronbûn-çêkirî"
Direfş P
Îzotop
Îzotop Li cîhanê t1/2 Çalakîya atomî Enerjîyê xerabûnê MeV Elementî nuh piştî xerabûnê
28P {syn.} 270,3 ms ε 14,332 28Si
29P {syn.} 4,14 s ε 4,943 29Si
30P {syn.} 2,49 min ε 4,232 30Si
31P 100 % makin
32P {syn.} 14,26 d β- 1,711 32S
33P {syn.} 25,34 d β- 0,249 33S
34P {syn.} 12,43 s β- 5,374 34S
35P {syn.} 47,3 s β- 3,989 35S
Sincî
Kabikê molî 17,02 · 10-6 \frac {m^3}{mol}
Tîrbûn
  • Fosforî sipî: 1,877  \frac {g}{cm^3}
  • Fosforî sor: 2,340  \frac {g}{cm^3}
  • Fosforî reş: 2,67  \frac {g}{cm^3}
Rewşa di germiya odê de hişk
Xala helînê 317,3 K (44,2 °C)
Xala kelînê 550 K (277 °C)
Oksîdên xwe P2O3
Nîşanên xeterê
Fosforî sor
Hazard F.svg
F
Fosforî sipî
Hazard F.svg Hazard T.svg Hazard C.svg Hazard N.svg
F, T+, C, N

Fosfor elementek û nemetalek e. Ew di oksîjenê da ronahîyê dide.

Fosfor ji jîyanê ra zêde girîng e, ew di bestinan yê fonksyonên taybetî da ne, wek di DNA, ADP û ATP da.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Vedîtin

Fosfor di salê 1669an da ji Hennig Brand, zanistvanekî elman, hate vedîtin. Wî mîzê însên hişk kir - ew li "kevrî hişmendan" digerî - û dît, ku tiştek mabû ku vê ronahî ronahî jê derdiket.

[biguherîne] Bikaranîn

Fosfor di Şerê cîhanî yê duyemîn da ji bo bombên fosforî (wek bombên şewatê) ra ji balefirên brîtanî dihate bikaranîn. Di wan bomban da jî kewçûk dikirnê, ji ber ku ew bestina li ser canî mirovan bizelqe û bişewtîne. Bi vê rêyê birînên herî kûr çêdibûn.

[biguherîne] Hebûn

Fosfor di cîhanê da bes wek bestin heye. Bestinê herî zêde Fosfat e. Fosfat di rûyê erdê da heye (nêzîkî 0,09 %[1]).

Fosfat di cihanê da zêde di Efrîqa (dewletên Fas, Sahraya Rojava), Çîn û DYE (Florida) da heye. Lê hên jî zêde Fosfat di bin avê da heye, lê ew hên netê derxistin û bikaranîn.[2]

[biguherîne] Fosforî sipî

Fosforî sipî

Fosforî sipî (yek caran jî Fosforî zer) zêde xeternak e ji mirovan ra. 50 mg dikarin mirovekî bikujin. Tîrbûnê fosforî sipî 1,87  \frac {g}{cm^3} ye, ew bi 44,1 °C dihele û bi 280 °C dikele. Fosforî sipî di Tetraklormêtan, Benzol û Êter da hindik dihele. Eger fosforî sipî di ber bê da (Oksîjen) were hîştin, ew dikare bi xwe bişewte. Piştî şewatê Fosforpentoksîd çêdibe. Ji ber ku ew di avê da hema tewr nahele û nikane bişewte, fosforî sipî pir caran di avê da tê hîştin. Lê eger fosforî sipî bişewte, ew gereke bi axê were temirandin, ji ber ku bi avê ev fosfora dikare (piştî zîyabûnê) dîsa bişewte.

[biguherîne] Fosforî reş

Fosforî reş nahele û naşewte. Tîrbûnê xwe 2,67  \frac {g}{cm^3} ye. Fosforî reş çêdibe, eger hêzekî herî mezin li ser fosforî sipî ya fosforî sor hebe. Fosforî reş ne jehrî ye.

[biguherîne] Fosforî sor

Fosforî sor

Fosforî sor ne jehrî ye, lê ew dikare zû li ber bê bişewte. Tîrbûnê xwe 2,340  \frac {g}{cm^3} ye. Fosforî sor di navberê 585 °C û 610 °C dihele.

Fosforî sor tê çêkirin, eger fosforî sipî bi 260 °C çend saetan were germkirin.

[biguherîne] Çêkirin

Fosforî elementî gereke ji fosfatekî were çêkirin, ji ber ku ew tenê xwe di cîhanê da tune ye.

  • \mathrm{2 \ Ca_3(PO_4)_2 + 6 \ SiO_2 + 10 \ C \xrightarrow{+ 3084 \ kJ}}\mathrm{6 \ CaSiO_3+ 10 \ CO + P_4}

[biguherîne] Çavkanî

  1. Holleman, Wiberg: Lehrbuch der Anorganischen Chemie, weşanên 91.–100., Berlîn, 1985. ISBN 3-11-007511-3 (r. 928 – 931)
  2. Fosfat di "USGS Mineral Resources" da