Hamşen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


Hamşen (bi ermenî: Համշենցիները, hamşentsînerî, bi lazî: armenî, sûmexî, bi romî: Hemşinli, rûsî: Амшенцы, amshentsy) şaxek ji gelê ermenî ye. Li parêzgehên Artvin, Rize, Trabzon yên Tirkiyeyê û Erzîroma bakurê Kurdistanê cihwarbûyî ne.

Gelheya wan 150.000 heya 1.000.000'ê tê îdiakirin. Gorî hin çavkaniyên ewropayî, nifûsa wan 700.000 e[çavkanî pêwîst e]. Baweriya îslamê dihewînin, ji aliyê mezhebî ve, sunî ne. Navê xwe dane bajarokê Hemşinê jî. Parek ji wan, xiristiyan in.

Pişavtin, tirs û gumanberî[biguherîne]

Ji ber sedemên polîtîk û olî, hejmara hamşeniyan roj bi roj kêmtir dibe. Gelek ji wan koçberê Rûsya, Ermenistan, Gurcistan û bajarên Tirkiyeyê bûne. Ew jî wekî kurdan li dijî siyaseta pişavtinê ya dewleta Romê têdikoşin. Zimanê wan hamşenî, zimanê ermenî bi xwe ye. Cudatiya wan ew e ku bêhtir di bin bandora asîmîlasyona romîkî (tirkî) de mane, gelek bêjeyên romîkî û erebî ketine zimanê wan.

Piştî Nîjadkujiya ermeniyan (1914 - 1915), tirk ermeniyan wekî dijmin binav dikin. Ermeniyên ji terteleyê filitîne, ji bo xwe biparêzin, jiyana xwe bidomînin mecbûr dimînin xwe di jiyana rojane de şûnve bigirin. Newêrin bi hêsanî di nava gel de bi zimanê xwe bixavin. Ev yeka han asîmîlebûna wan zêdetir dike. Herçendî ji aliyê olî ve misilman in jî, rastî pêkutiyan tên ku bi eslê xwe ermenî ne.

Tirkan ew jî kiribûn "dag türkü - tirkê çiyayî"[biguherîne]

Heya salên 1990'î gorî bîrdoziya fermî ya tirk ew jî wekî kurd, terekeme ûêd tirkên çiyayî bûn. Berê tirk bûne, di nava ermeniyan de heliyane. Di sedsala 15em de ola îslamê pejirandine, lê her li ser zimanê ermenî mane.

Pêşangeh[biguherîne]

Girêdan[biguherîne]