Zimanê ermenî

Ji Wîkîpediya

  Ermenî
Hajeren lesu
 
Welat Ermenîstan, Rûsya, Fransa, DYA, Tirkiye,
Hêrem/Navçe
Hejmara zimanaxêvan 6,7 mîlon
Rêz
Tîpolojî
Rêz bi malbata ziman
Hînd û Ewropî
Ermenî
(Rêz SIL - hesankirin)
Rewşa fermî û kodên ziman
Zimanê fermî ya Ermenîstan, Komara Qerebaxa Çiyayî, Makedonya
Bi rêxistin
ISO 639-1 hy
ISO 639-2 arm
ISO/DIS
639-3
hye
SIL hye
Bibînin  : ziman, listeya zimanan, koda rengan

Zimanê Ermenî (ermenî Հայերեն լեզու/ Hajeren lesu) şaxeka Hînd û Ewropîyê ku yekser zimanê ermenî tenê pêk tîneye.

Zimanê ermenî di sê beşan de tê nirxandin:

  1. Zimanê ermenîyê kevin ( Grabar jî tê navkirin), zimanê ermeniyê ku sedsala 5'an virve xwedîyê belgeyên niviskî ye. Ew di lîteratûrê de û di dêrê ermenîyan de heta sedsala 19'an hate bikaranîn. .
  2. Zimanê ermeniyê rohelat (Արևելյան հայերեն - Areweljan Hajeren), zimanê ermeniyê ku niha zimanê fermiyê Ermenîstan û Komara Qerebaxa Çiyayî ye, ji hêlê hindikeyên ermenîyên li Iran, Gurcîstan, Rûsya têye bikaranîn e.
  3. Zimanê ermenîyê roava (Արևմտեան հայերէն - Arewmtjan Hajeren), zimanê ermenîyê ku li Anatoliya dihat bikaranîn û bi Komkujiya Ermeniyan ve li dîasporaya ermeniyan, li Libnan û DYA têye axaftin e.

Gorî hejmerên di sala 1999'an li dinê 6,7 mîlon kes bi zimanê ermenî diaxiveye û li wan 3 mîlon li Ermenîstanê ne.

Zimanê ermenî ji hêlê peyvan ve zimanê yewnanî ve li hev tên û ji hêlê rêzimaniyê jî bi yewnanî ve li hev tên. Dîsa ji zimanên îranî(Partî, Farsiya Navîn, Farsî), Fransî, Latînî û Rûsî jî pir peyv standine.

[biguherîne] Alfabeya ermenî

Zimanê ermenî bi alfabeya ermenî tê nivisîn. Alfabeya Ermenî di sedsala 5'an de ji hêla keşeyekî bi navê Mesrop Maştoz hatiye afirandiye. Ew ji 39 tîpan (orjînala xwe de 36) pêk tê.

[biguherîne] Weblinks

Wikipedia
Wîkîpediya bi ermenî