Herakliyo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Herakleios (Latinî: Flavius Heraclius Augustus; yewnanî: Ηράκλειος, Hērakleios), (nêzî 575, 641) yek ji împaratorên Bîzansê navbera 5'ê kewçêrê, 610 û 641an de kargerî kirî bû.

Malbat[biguherîne]

Herakleios bi malbata xwe ve ji Ermenîstanê bû. Herakleios lawê Heraclius bû û ew generalekî giringê împarator Maurice bû.

Serîhilanda hembera Împarator Phocas[biguherîne]

Di 608 an de bav û law herdu Herakleios an hembera împarator Phocas serîhildan. Di wê demê de di 609an de Herakleios ê biçûk çû Misirê(wê demê Aegyptus) û li wir generalê Phocas Bonosus bin xist û ew navçeya Roma dest xwe xist.

Ji pê wê re Herakleiosê biçûk di Sîcîlya û Qubris re derbaza Konstantinopolisê bû. Li wir bi arîstokratên bajer re beraftin kir û wek împarator da zanîn. Kênge ew gehîşte bajêr hin piştgirtiyên împarator rû li Phocas badan û piştgirî ji Herakleios re kirin. Herakleios bi hêsanî keta bajêr û Phocas bixwe kuşt.

Di 5'e kewçêrê, 610an de şunda hat tac kirin û derbaza texta împaratorîye bû.

Împaratoriya Bîzans ji 526an de 600an

Cenga Hembera Persan[biguherîne]

Kênge Herakleios li textê runiştî bû, ji bo cenga hundur li Balkan hembera Awaran, li Sûrî jî hembera Sasanî hin xak hat wunda kirin bû.

Di wê demê de Herakleios aşitî xast jî Sasaniyan dewama êrîşên xwe kir û di 613an de Şam, di 614an de Orşelîm û di 616an de jî navçeya Misir dest xwe xistin. Wan dewama êrîşên xwe kir û heta hundurên Anatoliya xakên Bîzans dagir kirin û heta bajarekî nêzî paytexta Bîzans KOnstantinopolis Chalcedon hatin.

Rewşa împaratorîye ew qas zor bû ku împarator qala birina paytextê ji Konstantinopolis de Kartaca dikir. Lê ji pê re Bîzansan êrîşa Sasaniyan kir û xakên ji aliya Sasaniyan hat dagir kirî bû şunda qezenc kirin. Di wê demê de di 626an de Awaran Konstantinopolis dagir kirn jî ji pê re Bîzansan şunda dest xwe xist.

Artêşên Herakleios li hembera Sasaniyan dewama cengê dikir û di 627an de gehîşte paytexta Sasaniyan Ctesiphon û Şahê Sasaniyan ji aliya pêşengên Persan hat ji texte danîn. Paşwerê Xoşrû II Kavadh II bi peymaneke bi Herakleios re lihev hat û xakên Sasaniyan bi tunî dana Bîzansan. Herakleios xwe li wri wek "Şahanşah" da zanîn jî, di 629an de şuna unvana împaratorên Bîzansên berê "Augustus" unvana Basileus girt û ew nêzî 800 salan heta hilwaşandina împaratorî ma.

Di 630an de jî Herakleios Orşelîm dagir kir.

Cenga Hembera Ereban[biguherîne]

Di dema Herakleios Mihemed Pexember di Nîvgirava Erebîstan de dest bi belav kirina îslam û dagir kirina xakên wan deran kir.

Misilmanan ji pê vefata Mihemed pexember re di 634an de êrîşa Sûrî û Felestîn kir. Di 636an de Cenga Yermuk de misilmanan Bîzans bin xist û Sûrî û Felestîn dagir kirin û çerxa ser Misir bûn. Kênge Herakleios di 641an de mir Misir bi piranî hat dagir kirî bû.