Kûzeyê avî yê Ewropayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kûzeyê avî yê Ewropayê
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Mustelidae
Binefamîle: Lutrinae
Cins: Lutra
Cure: L. lutra
Navê zanistî yê latînî
Lutra lutra
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna kûzeyê avî ya Ewropayê

Kûzeyê avî yê Ewropayê, kûzeyê avî, kûjeyê avî an kûçikê avî (Lutra lutra), cureyekî kûzeyan ku bejavok e.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kilox

Kûzeyê avî dirêj û zirav e ku laşê wî minasib e ji bo melevaniyê. Dirêjiya kûzeyê avî di navbera 57-95 cm û yê dûvikê nêzî 35-45 cm. Giraniya wî qasî 7-12 kg, lê carinan digihîje 17 kg. Rengê kûzeyê avî qehweyî li ser û krêmî li bin. Nêr ji mê dirêjtir e.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûzeyê avî di zivistanê cot an perîn dikin û avisya mê 60-64 roj dirêji dike. Kûzeyê mê ji 1 ta 4 cewrikan zayîn dike û nêr alîkariya wê di xwedî kirina cewrikan dike.

Parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûzeyekî avî masiyan dixwe

Kûzeyê avî bi giştî masiyan dixwe, lê carinan kûjeyê avî çûk, beq, qalikdar wekî kevjalan, meymûna avî û mêş û mûr dixwe demê ku masî kêm were dîn di demsala zivistanê.[2]

Belavbûn û warên sirûştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kûzeyê avî di avê şêrîn wekî çem, gol û robaran dijî û li gelek herêmên parzemînên Ewropa, Asya û bakurê Afrîkayê tê dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ruiz-Olmo, J., Loy, A., Cianfrani, C., Yoxon, P., Yoxon, G., de Silva, P.K., Roos, A., Bisther, M., Hajkova, P. & Zemanova, B. (2008). Lutra lutra. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 21 March 2009. Database entry includes justification for why this species is near threatened
  2. ^ Kitchener, Andrew (2001). Beavers. Whittet Books. r. 144. ISBN 1-873580-55-X.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kûzeyê avî yê Ewropayê de hene