Kawa Îbrahîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kawa Îbrahîm an Kamîran Îbrahîm (Rojbûn 1965 li gundê Letîfiyê, Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê ) stranbêjekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wî sala 1980 dest bi jenîn û stranbêjiyê kiriye. Wî sala 1987an bawernameya amadeyî ya beşê zanistî li Sûriyê wergirtiye.

Kawa Îbrahîm li sala 1988ê Koma Senabil ya muzîkê damizrand û bi wê ku beşdarî çendîn boneyên niştimanî û neteweyî bû. Du salan derentir, 1990ê Koma Buhar ava kir. Wî herwiha serperiştê rahênanên Koma Xelat ya folklorê kurdî bû û di sedan ahengên millî û festîvalên niştimanî û neteweyî de li Qamişlo û Heleb û Libnanê beşdar bû.

Kawa Îbrahîm li Bingeha Hunerî ya Muzîkî ser bi xwendina taybetî ya wezareta perwerdeyê li Sûriyê ji alî Dr. M.E. Zaza li Qamişloyê xwendiye û sala 2001 tewaw kiriye. Wî wek mamostayê amîrê sazê, tembûrê û baxlemeyê li Bingeha Hunerî ya Muzîkî ta sala 2004an kar kir.

Kitêba wî ya yekem Awazên Keskesorê ji stranên Seîd Yûsic li Bingeha hunerî li Qamişlo sala 2003an derçû.

Kawa Îbrahîmî li Festîvala Muzîka Neteweyî ya Silêmaniyê (Başûrê Kurdistanê) sala 2005an beşdarî kiriye û tê de xelata rêzgirtinê wergirtiye weku jenyarekî amûra biziqê.

Kawa Îbrahîm niha çavdêriya koma muzîkê ya Kombenda Kawa bo Çanda kurdî li Hewlêrê dike. Ew herwiha serperiştiya rahênanên Zanîngeha Selahedînê dike. Dîsan niha (sala 2006ê) li beşê muzîkê ya kolîca Hunerên spehî li zanîngeha Selahedênê dixwîne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]