Folklor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rovî di folklora kurdî de qehremanekî gelemper e

Folklor an jî zargotin hemû edetên devkî ye ku ji aliyê komeke mirov, kultur an jî binekulturê ve tê parvekirin.[1] Tê de çîrok, mît, destan, gotinên pêşiyan, şiîr, henek û edetên devkî yên din cih digirin.[2][3]

Li welatekî, di nava gelekî/neteweyekî de, yan jî li herêmekê, ew çalakiyên taybet ên ku xasê bi xelkê ve lê ji aliyê xelkê ve bi nêvekarî têne bikaranîn, bi piranî jî di nava xelkê de ji tiştên mîna çîrok, meselok, stran, leyztik, dîroka devkî, evsane, serpêhatî, destan, henek û laqirdî, gotinên pêşiyan, tore û hwd re tê gotin.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyvika "folk" wateya xwe bi kurdî ango gel/xelk, peyvika "lor" jî bi wateya "zanîn/zanist". Îcar dema ev herdu peyvik gihane hev, wateya "zanistiya gel" dide û di kurdî/kurmancî de jî "gelêrî" tê gotin.

Esil û pêşveketina lêkolînên folklorê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Edetên devkî ji aliyê folklornas û zanyarên gelêrî ve tê berhevkirin, nivîsandin û belavkirin. Peyva "folklor" cara pêşî li Londrayê di 1846an de ji aliyê William Thomasî (1803-1885) ve di kovara Athenaeumê de hatiye bikaranîn. Thomasî wek "Folk-lore" bi kar aniye. Piştre jî almanan peyvika "folklore/volklore"yê bi kar aniye. Hin bi hin ev peyv li dinyayê (xasma jî li nava neteweyên ku zimanê wan hind û ewropî ye) belav bûye û ketiye nêv zimanê kurdî jî.

Berhevkarên giring ên folklora devkî ya kurdî nivîskarên wekî Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zeynelabidîn Zinar, Hîlmî Akyol û gelekî kesên din in. Li Swêdê Zeynelabidîn Zinar 1.710 perçeyên folklorî berhev kirine û di deh cildên XWENÇEyê de dane weşandin.[4]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Schlinkert 2007, r. 30.
  2. ^ Dundes 1965, r. 3.
  3. ^ Schlinkert 2007, r. 33.
  4. ^ [1] Girêdana arşîvê 2009-04-01 li ser Wayback Machine

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dundes, Alan (1965). The Study of Folklore. Englewood Cliffs, NJ: Prentice-Hall. ISBN 978-0-13-858944-8.
  • Schlinkert, Jana C. (2007). Lebendige folkloristische Ausdrucksweisen traditioneller Gemeinschaften: rechtliche Behandlungsmöglichkeiten auf internationaler Ebene. Schriften zum transnationalen Wirtschaftsrecht. Berlin: BWV, Berliner Wissenschafts-Verlag. ISBN 978-3-8305-1278-3.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]