Kil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ji bermahiyên şarezayiya Egîptê.
Ji Kurdistanê dîmeneke kilê, 2009.

Kil berhemeke kozmetîkê ye, pê binê bijangan ango dora kêlîçan (palik, qalpaxa çav) tên nexşandin. Îro kila nûjen, kila ron bêhtir tê bikaranîn.

Li Kurdistanê kil yek ji berhemên sereke yên xeml û nexşa jinan e. Kila Sibhanê, kila herî navdar bûye ku ji riwekên Sibhanê dihatibûye çêkirin. Îro êdî nemaye. Bi qasî em ji edebiyata devkî têdigihên, li Kercews, Sêwas, Amed û Mûsilê hilberîna kilê dihatibûye kirin.

Dîrok[biguherîne]

Di zimanê hindî de jê re, काजल, kājal dibêjin ku dişibe bêjeya kurdî kilê. Bikaranîna wê gelek kevn e. Ji Hindistanê belav bûye û li Eqîptê (misir) bipêşketiye. Rûnê nivîşkî dişewitandibûne û li dora kêlîçan an bijangan didane.

Zanist dibêjin cara berê ne ji bo xemlê, lê ji bo kêmkirina ziyana tîrêjên rojê derketiye. Li welatên germ derhatiye, wan xwestine bi reşkirina dora kêlîçan baştir bibînin, lewra siya diwe ser çavê, derfetê dide. Lê ev angaştek e.

Li Misirê bi sedema olî dihatibûye bikaranîn, lewra di wêneyên xwedayê rojê Ra de, kil hatiye bikaranîn.