Komputergeriya kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komputergeriya kurdî, xwedî dîrokeke nû ye. Amadekirin û wergera bernameyên komputergeriyê ji bo kurmancî di sala 2003 û 2004'an de dest pê kiriye. Di sala 2005'an de bi avabûna Koma PCKurd re vê pêşveçûnê hêz standiye. Bi vebûna malperên kurdî yên komputergeriyê jî çapemeniya komputergeriya kurdî hêdî hêdî derketiye holê.

Soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komên kurditgroup û zkurd xwediyên gelek xebatên binirx in.

Kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpersazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpersaziya kurdî bi awayekî rêk û pêk ji Php-Nuke dest pê kiriye. Pêşî bi wergera Ruşen Bilgin dû re jî bi wergera Rêzan Tovjîn û Serhad Ronahî di malpersaziya kurdî de Php-Nuke ketiye pêşiya hemû scriptên din.

Dû re bi wergera Mambo hinek malperên kurdî bi Mambo peyda bûbin jî, ev malper bi qasî Php Nuke zêde nebûn.

Bi wergera Joomla! re tevgreke nû kete malpersaziya kurdî. Joomla li gor scriptên din bêhtir bi lez belav bû, e-pirtûkên wê bi kurdî hatin weşan û malper û beşên taybet ji bo wê hatin vekirin. Lê wergerandina modulên Joomla ji bo kurdî pêşve neçû û malpereke ku xizmetek çalak bide derneket holê, ên ku derketin jî nedomiyan.

Di kurdî de scrîpta bi navê Karger ku di sala 2010'an de wekî Pergala Rêveberiya Naverokan (Content Management Systems -CMS) hate afirandin. Karger ne ne pergala yekemîn a ku bi kurdî hatiye afirandin e, lê wekî pergala herî pêşketî ya kurdî derket pêş. Guhartoyên Kargerê ji aliyê malperên kurmancî û zazakî yên kurdan ve hate bikaranîn.

Epeyam[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her wekî Gmail, hotmail û yahoo bingeheke e-peyamê ku kurmancî bi kar tîne nîn e. Bikarhênerên kurd bi piranî di nivîsandina e-peyamên xwe de zimanên wekî îngilîzî, tirkî, erebî, farisî, almanî û hwd bi kar tînin.

Cara yekem ji bo vê yekê Squirrel Mail li kurdî hatiye wergerandin. Squirrel Mail hem bi kurmancî ye, hem jî bi tîpên latînî ye.

Squirrel Mail jî nivîsbariyeke azad e û kesên ku Linuxê bi kar tînin, wê bi kar tînin. Lê kesê ku Windowsê bi kar tînin jî bi hêsanî bi Squirrel Mail'ê bi kar tînin.

Bernamenûsî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernamenûsiya kurdî gelekî lawaz e. Bernameyên ku bi kurdî tên bikaranîn bi piranî ji zimanên biyanî li kurdî hatine wergerandin.

Çend Bernameyên ku bi kurdî hatine amadekirin:

  • Geroka Koçero - Kadir Dilsiz.
  • Werger - Bawer Hizirvan
  • Kurdish Office 2004 -

Gerok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara yekem Opera 5.74 li kurdî hate wergerandin. Dû re Avant Browser li kurdî hatibe wergerandin jî Avant Browserê kurdî destek nekir û neweşand. Lê bi wergera Koma Pc Kurd a Firefox re di cîhana komputergeriya kurdî de paceyeke nû vedibe.

Şidandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas bêhtir bernameyên WinZip û WinRar bên naskirin jî, bernameya 7-Zip gelek cureyên şidandinê nas dike û hem yekemîn, hem jî tekane bernameya şidandinê ye ku li kurdî hatiye wergerandin. Lê em dibînin ku van salên dawîn de pir bername tên Kurdîkirin. Bernameyên WinZip WinRar IZArchive TUGzip UniversalExtractor WINUHA ji aliyê Occo Mahabad ve hatin Kurdîkirin...

Zîrokuj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Worm, an jî zîro mijareke girîng a rojên bi tirs ên têkilhevbûna komputerê ne. Gelek bername hene ku li jî van êrîşan hatine amadekirin. Bernameya zîrokuj a bi navê Ad-Aware li kurdî hatibe wergerandin jî vê bernameyê kurdî destek nekiriye û ji ber vê jî kurdiya wê belav nebûye.

Editor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên edîtor ku ji bo nivîsandina bername, script û hin wekî din tên bikaranîn di kurdî de ji bilî PSPad peyda nabin. Ev bername bi gelek guhertoyên xwe bi kurdî derketiye û hîn jî derdikeve. Lê ji xêynî vê bernameyê bernameya Notpad2 jî hat Kurdîkirin...Bername dîsa ji aliyê Occo Mahabad ve hat Kurdîkirin. Niha li ser malpera bernamegeh bi serbestî tê daxistin.

Viruskuj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Esed Nod û Esed Smart Securitiy ji aliyê Occo Mahabad ve hatin Kurdîkirin. Ev bernameyan li ser malpera http://www.bernamegeh.org/ tên belavkirin.Hûn dikarin van bernameyan ji vê malperê bibînin,daxin û bi kar bînin...

FTP[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî bernameyeke FTP îro FileZilla li kurdî hatiye wergerandin. Lê ev bername hêj bi awayekî fermî nehatiye weşan.

Office[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas bi navê Kurdish Office 2004 bernameyek hatibe amadekirin jî, ji ber ku vê bernameyê tîpên erebî bi kar aniye di kurmancî de belav nebûye.

Bi wergera Abiword re cara yekem Word a kurdî hatiye amadekirin. Abiword ku ji aliyê Koma Pc Kurd ve hate wergerandin ji bo rastinivîsa kurdî jî bû hêviyek.

Lê bi Wergera Koma Pc Kurd a OpenOffice re tê hêvîkirin ku di warê Office ya kurdî de pêşerojek geş derkeve holê.

Pergalên xebatê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pergalên xebatê de îro ji wergerê pê ve tu pêşeroj ji kurdî re nîn e. Her çiwas kampanyaya Windowsa Kurdî hatibe destpêkirin jî, komputergeriya kurdî ji ber vê kampanyayê gelek roj û sal belasebe winda kiriye. Lewre komputergeriya kurdî bi bernameyên azad û yên di bin banê GPLê de bêhtir zû bi pêş ketiye û hatiye destekirin.

Cara yekem ji aliyê Kadir Dilsiz ve kampanyaya Linuxa Kurdistan hatibe destpêkirin jî ev kampanya hîn dewam dike. Ew kampanya gihîştiye armanca xwe û gelek kompîturgerên kurd kişandiye ser vê mijarê. Bi destpêka kampanya Koma Pc Kurd a Linuxa Kurdî re cara yekem wekî Pergala Xebatê Linux Ubuntu li kurdî hatiye wergerandin û guhertoyeke wê bi kurdî derketiye.

Perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di kurmancî de hêj wekî pirtûk materyalên perwerdehî ji bo komputergeriyê nîn in. Bi taybetî ji bo kurmanciya latînî mirov dikare vê bêje. Her çiqas li Başûrê Kurdistanê di warê komputergeriya kurdî de bi tîpên erebî û zaravayê soranî pêşketin hebin jî, ev yek bandora xwe qet li ser komputergeriya kurmancî nake.

Di kurmancî de heta niha çend e-pirtûk der barê malpersaziyê de hatine weşan. Ev jî:

Projeyên Rojane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî:

Çendek Malperên Karger Bi Kar Tînin:

Bernameyên kompîturê