Kurebeşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Kurbeşk hat beralîkirin)
Kurbeşk
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Carnivora
Famîle: Mustelidae
Cins: Meles
Cure: M. meles
Navê zanistî yê latînî
Meles meles
Linnaeus, 1758
Belavbûna kurbeşkan li cîhanê

Kurebeşk yan jî Kurebeşkê Ewropayê (Meles meles), cureyekî kûzeyan e (Mustelidae) ku ji cinsê kurbeşkan (Meles) e. Kurebeşk ajaleke kovî ye ku li Kurdistanê, Ewropa û Asyayê tê dîtin. Ajal di Lîsteya Sor a IUCNê de wekî metirsiya herî kêm hatiye diyar kirin ji ber ku ajal li qadeke berfireh û bi nifûseke mezin tê texmîn kirin ku li hinek deveran zêde dibe. Kurebeşk bi çend binecure têne naskirin ku binecureyên namzed (M.m. meles) in li piraniya Ewropayê serdest in. Di salên dawî de hebûna Kurebeşkên Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ketiye xeteriya tinebûnê. Niha li Bakurê Kurdîstanê nifûsa Kurebeşkan di bin parastinê de ye.[2]

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirankirin
Kilox

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi roj ti qulika xwe de dimîne. Gelek çaviyên qulikên wan hene. Bi şev derdikevin nêçîrê. Kurbeşk guhandarên biçûk, kêz, ber û kuvarkan dixwin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kranz, A., Tikhonov, A., Conroy, J., Cavallini, P., Herrero, J., Stubbe, M., Maran, T., Fernades, M., Abramov, A. & Wozencraft, C. (2008). Meles meles. In: IUCN 2008. IUCN Red List of Threatened Species. Downloaded on 21 March 2009.
  2. ^ "Li Dêrsimê Kurebeşkên ku di xetereya tunebûnê de ne hatin dîtin". Independent Türkçe (bi tirkî). 24 gulan 2020. Roja gihiştinê 29 adar 2024.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Kurebeşk de hene