Kurdên Fînlendayê
Gelhe tevahî | |
---|---|
16,603 (0,3%) | |
Ziman | |
fînî û kurdî | |
Baweriya dînî | |
Îslam |
Kurdên Fînlendayê (bi fînî Suomen kurdit), kesên fînlendî ne an jî ku li Fînlenda dijîn û bi eslê xwe kurd in. Gorî zensûs ên sala 2020an de, 16,603 kesên ku bi kurdî diaxivin li Fînlendayê hene.[1]
Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurd cara yekem di mezindahî di salên 1970 heya 1980an de hatinê Fînlendayê. Di sala 1995an de 1.166 hevwelatiyên tirkî li Fînlendayê bûnê û hat peşbînî kirin ku 300 heya 500 kes ji wan kurd in.[2]
Hinek kurdên fînî ji Tirkiye û Îran in, lê piraniya wan ji herêma Kurdistanê a Iraqê ne ku wekî penaberî di salên 1990an de çûne Fînlendayê. Piştî ku erîşên DAEŞê êrîşê hêzên Pêşmerge û êrîşê herêma Kurdistanê eriş kirin, gelek kurdên fînî protest kirin.[3] Li gorî serokatiya rêxistina hevalbendiya kurd û fînî, hinek ji kurdên fînlendayê diçine Sûrî û Iraqê ku alikariya arteşên kurd li wan herêman bikin.[4]
Çand[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurdîaxivên Fînlendayê bi zaravayên kurmancî an soranî bi piranî diaxivin. Hinek Kurdên Tirkîyê ku ji Bakurê Kurdistanê koçê li Fînlendayê bûne asîmîle bûne, bi gelemperî tirkî diaxivin û zimanê kurdî bav û kalên xwe ji bîr kirine.[5]
Hema bêje hemû kurdên Fînlendayê misilman in û li Kurdistana Iraqê, ku herî zêde kurdên Fînlendayê jê tên, piraniya kurdan misilmanên sunî ne. Rêxistinên cuda yên Kurd li Fînlendayê pîrozbahiyên xwe yên Newrozê li dar dixin.
Rêxistinên kurdên fînî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Fînlendayê çend rêxistinên Kurdan hene, wekî Kurdiliitto[6] û Suomalais-Kurdilainen ystävyysseura ne.[7]
Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kurdên Fînlendayê di 26ê Tebaxa 2022an de ji bo protestokirina peymana NATO ya bi Fînlenda, Swêd û Tirkiyê re û civîna sêalî ya Fînlenda, Swêd û Tirkiyê li paytextî Helsînkî de xwepêşandanek li dar xistin.[8] Tirkiyê daxwaz ji Fînlendayê kir ku piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rawestîne.[9]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ "PX-Web - Valitse muuttuja ja arvot". web.archive.org. 30 tebax 2018. Ji orîjînalê di 30 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ "Kurdien historia Suomessa" (PDF).
- ^ "Suomen kurdit osoittavat mieltään terroristijärjestö Isisiä vastaan". Yle Uutiset (bi fînî). 25 tebax 2014. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ Uutiset, 22 09 2014 12:45-Johannes Ijäs |. "Arvio: Jopa kymmeniä lähtenyt Suomesta kurditaistelijoiden riveihin". Kotimaa (bi fînî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "Ulkoasiainministeriö: Maat ja alueet: Hyvä tietää". web.archive.org. 29 çiriya paşîn 2014. Ji orîjînalê di 29 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ "Kurdish parties in Finland". Ji orîjînalê di 17 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ "Suomalais-Kurdilainen ystävyysseura ry - Moniheli ry". web.archive.org. 20 tîrmeh 2019. Ji orîjînalê di 20 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ "Activists in Helsinki protest Finnish government's cooperation with Erdogan regime". ANF News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.
- ^ "NATO'ya girmek isteyen İsveç ve Finlandiya, terör örgütlerini himaye ediyor". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 4 tîrmeh 2023.