Melayê Meşhûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Peykerê Melayê Meşûr li Moskowê

Melayê Meşûr, Mele Meşûr, Melayê navdar, Xoce Nesredîn yek ji lehengên pêkenokê yê li Kurdistan, Îran, Tirkiye, Balkan û cîhana Ereban e.

Her neteweyê gorî xwe pêkenokên xwe de navê wî bikaranîne. Îranî jê re dibêjin Nasredînî Tûsî, Ereb Molla Cuha, Tirk Nasredin Hoca hwd. Tê îdîakirin ku ev kesayetî ji Afganistanê belavbûye û bi navê Mele Nesredîn mirovekî hebûye. Lê pisporên gelêrî viya napejirînin. Tirk di bin bandora ziman, çand û folklora gelên Îranî de jiyane û ev pêkenok ji wiha derbasî Tirkan bûne.

Nêrîna fermî ya dewleta Tirk û bingeha Nasredîn[biguherîne]

Bi avabûna Komara Tirkiyê ve çand û jiyana Ewropayê bingeh hate girtin. Di her aliyê jiyanê de modela Ewropayiyan bi taybetî ya Fransîyan bingeh hate girtin. Piştî demekê gelê Tirk ji xwe, jiyana xwe û çand û folklora xwe fedî kir, xwe piçûk dît. Herwekî Nasredîn jî ji nişkave hate jibîrkirin û di heman pêkenokan de navê wî guhertin. An kirin "Don Kîşot" an tenê "Adamın biri - Zilamek". Lewra ew ji rojhilatê bû, Faris, Kurd, Ereb an tiştekê din bû. Diviyabû bihata înkarkirin. Bi dawî hatina sazûmaniya yek partiyê û destpêka desthilatdariya DP (Demokrat Parti - Partiya Demokrat) Tirkiyê jî berê xwe hinde guhert û înkarkirina bermayiyan êdî rengê xwe guhert. Îcar hemî dewlemendî diviyabû dîsa ji serî de biba Tirk.

Ji nişka ve Nasredîn hate qebûlkirin û gotin "Ew Tirkekî xas bûye û heya bigire ji bera Okuzan (Okhuz, Oğuz) bûye. Navê bav-diya wî ev û ev bûne û li filan derê jiyaye. Goristana wî jî li bêlan derê ye". Li ser navê wî hersal festîval tên lidarxistin.

Pêkenok pêkenok e û mal û dewlemendiya hemî mirovan e.

Bixwin lêxin an lêxin bixwin?[biguherîne]

Melayê meşûr rojekê li sûka Amedê, li qesabxaneyekê dixwaze patereşka berxê bikire. Bihayê wê dipirse, zilam dibêje:

- Mela jibo xatirê navê te 2,5 Paund e.

Mela napejirîne, lewra ew nehatiye sûkê ku xwe bide şêlandin, hatiye patireşkê bikire. Heya vegirtina bazarê li hemî qesaban digere û bi wan re dikeve bazarê (felişandinê) lê ji 2,5 Paundê kêmtir nabîne.

Ma serhişkî serhişkî ye, Mela jî dide rê bi lingan diçe Dîlokê, dibîne ku bihayê herî erzan 3,5 Paund e. Ji ya xwe nayê xwarê heya Rihayê diçe ku êdî hal tê de nemaye. Bi qesabê herî dawîn re dikeve felişandinê bihayê herî erzan 4,5 Paund e. Mela niyet dike ku heya Kerkûkê biçe mixabin derman di lingên wî de nemane. Dikeve ezbeniyan lê mixabin kafirê qesab nayê îmanê. Êdî li wir dikeve û çok dide. Gunekiya qesab pê tê. Dibîne ku ev zilameke ne ewqas hejar lê tema ye. Dibêje:

- Ez benî ji kerema xwe îşev bibî mêvanê min.

Mela kêf dike. Bi şîvê re dibe qurequra zikê Mele. Şîv jî êdî nayê û ha nayê. Bi qasî demeke dirêj Mela dibîne li odeya kêlekê dengê şîrpîniyan tê. Mêrik dibêje "Em bixwin paşê lêxin!" lê jinik dibêje "Na! Em lêxin paşê bixwin!". Mela gelek guhdarî dimîne lê ti wateyê nadê. Ji nişka tirs dikeve dilê wî. Difikire "Aya evana wê min bixwin?". Dema ku êdî dê bireve xwediyê malê bang lê dike û dibe odeya kêlekê. Mele bala xwe dideyê li orta odeyê goristanekê heye. Her yek ji wan çoyekê (darekê) dane destên xwe û li mezel dixin. Mêrik dibêje "Xanim binêre mêvanê me heye were em îşev bixwin, paşê werin lêxin", jinik dibêje "Na wele em wekî her carê divê têra dilê xwe lêxin û paşê herin şîvê bixwin". Mêrik mezel nîşandide û dibêje:

- Binere Mela, ev mezelê mêrê vê jinikê ye. Ew dewlemendê sûka Rihayê bû. Nedixwar, vedişart wekî te. Ango temayê temayan bû. De bila niha were şîvê bixwe. Hemî milkên wî îsotxwirî ji min re ma.

Mela li xwe vardiqile ji nişkave Gulfem (di pêkenokan de navê jina wî ye) dikeve bîra wî. Diqîre:

- Erê Gulfo ez di mizgeftê de qûna miriyan bişom û pere berhevbikim û tu jî li mezelê min bidî.. Ez vayê hatim!

Melayê Meşhûr bi kurdî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]