Mustafa Pusa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mustafa Pusa (jdb. ? gundê Patnosê, Agirî, Bakurê Kurdistanê - m. 1991, Stenbol) yek ji têkoşerên doza azadiya kurdan bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi xwe wênesazek bû bêî pere wêne ji bo hêz, partî, kovar û komên Kurdperwer û çepgiran re çêdikir. Bi awayeke nediyar li Stenbola Tirkiyeyê bi tevî yanzde kesan, di nava hefteyekê de hate kujtin.

Di ciwanzaroktiya xwe de dest bi lêgerînên têkoşîna azadiya Kurdan dike. Di nava rêxistineke çepgir a bi navê MLSPB (Marksist Leninist Silahlı Propaganda Birliği - Yekîneya Marksîst Lenînîst a biçek) de cihdigire. Tê girtin û zêdetirî şeş salan li zîndanên Tirkiyeyê dimîne. Li zîndana dawî ya Ceyhanê de têkilî bi PKKiyan re datîne û biryara tevlîbûna PKKê dide.

Di derketina zîndanê de wekî alîgirekî PKKê li bajarên rojava yên Tirkiyeyê dixebite. Çend caran tê girtin û rastî êşkenceyan tê. Biryara çûyîna nava refên pêşmergeyên ARGKê dide û derbasî derveyî Bakurê Kurdistanê dibe.

Pusa, ji aliyê kovara bi navê İkibine Doğru (berî bi 2000î) ya Doğu Perinçek ve wekî hedef tê nîşadan û di nava hefteyekê de bi tevî yanzde Kurdan li Stenbolê tê kujtin.

Çapemeniya Tirkan bi lez bûyerê dixe para PKKê û koma Doğu Perinçek jî daxûyakirin ku "Ev kesana ji aliyê PKKê ve hatin kujtin, lewra alîgirê Mehmet Şener bûn". Çapemeniya Kurdan hîç behsa bûyerê nekirin û tenê gotin "PKKê Mustafa Pusa yê alîgirê Mehmet Şener ê mixalifê serokatiya PKKê kujt".

Gorî gelekan ev kesana ji aliyê hêzên kontrgerîlla yên bi navê Ergenekon tên îlankirin ve hatine kujtin.

Gotarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]