Nîkolay Basov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nîkolay Gennadiyevîç Basov, 1964

Nîkolay Gennadiyevîç Basov (bi rûsî: Николай Геннадиевич Басов); * 14'ê berfanbarê 1922 li Uzman; † 1'ê tîrmehê 2001 li Moskow) fîzîknasekî navdar ê Rûs bû. Sala 1964 Xelata Nobel a fîzîkê wergirt.

Jiyan[biguherîne]

Basov di malbateke akademîker de mezin bûye. Bi derketina şerê cîhanê yê II. re diçe akademiya leşkeriyê, li wir sala 1943 dibe serbazê tenduristiyê. Dûv re wekî alîkarê bijîşkiyê tevlî şerê parastina Rûsyayê dibe.

Sala 1946ê dest bi perwerdeya fîzîkê dike li Moskow. Sala 1950 bidawî dike. Li înstîtûta Lebedev bi tevî Mîxaîl Leontovîç û Aleksander Proxorov dest bi lêkolînan dike.

1958 heya 1972 cihgirê serokê heman înstîtutê, ji 1973 heya 1988 jî gerînde ye.

Ew redaktoriya giştî ya kovara Kvantovaya Elektronîka („Elektronîka qûantan“) dike, herwiha ya Soviet Journal of Laser Researchjî. Ew dixwaze zanist û hezkirina zanistiyê belav bibe, fêhmkirina wê hêsantir bibe û xelk jî tevlî bibe.

Ji sala 1967 ve gerindetiya weşana kovara Prîroda („Xweza“), ji sala 1978 ve serokatiya civaka Snaî dike

Sala 1950 marî dibe (dizewice) û du lawên wî dibin.

Xebat û girîngî[biguherîne]

1964 bi tevî Charles Hard Townes û Aleksander Proxorov bi Xelata Nobel a fîzîkê tê xelatkirin. Lewra wî lêkolînên girîng di warê elektronîka qûantan de kiribû.

Xelat û paye[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • O. Krokhin: Obituary Nikolai Gennadievich Basov. Di: Physics Today. Bend 55, 2002, Nr. 10, S. 68–70.
  • Lexikon der bedeutenden Naturwissenschaftler - Leksiyona zanistên xwezayê yên navdar. Bend 1, Heidelberg, 2007, S. 116–117.