Pêjgeha fransî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Binikek ji foie grasê
Ji xwarinên sereke û tradîsyonal pot-au-feu.
Xwarinên fransiyan xemilandî ne
Xwarineke ji bîftekê
Penîrên fransiyan

Pêjgeha fransî (bi fransî: Cuisine française) pêjgeha neteweyî ya Fransayê ye. Taybetiyên pêjgeha fransî, sala 2010'ê ji aliyê UNESCO'yê wekî dewlemendiyeke cîhanê hat îlankirin û ket bin parastinê.

Xwarin-vexwarinên fransî di cîhanê de navdar in. Fransî bi dewlemendiya xwarinên xwe, dab û nêrîtên servîskirinê, kalîte û kibariyê tên naskirin. Bo fransiyan xwarin karekî girîng e û di jiyana mirov de cihekê wê yê girîng heye. Fransî bo têrxwarinê naxwin, hewl didin ku destexaneyê (sifre) bixemilînin, xwarinên çêjdar bixwin û xwarinê şên bikin.

Hîmên pêjgeha fransî bi giranî di serdema navîn de hatine danîn. Fransiyan bi sedsalan kolonyalîstî kirine. Ji seranser cîhanê xwarinên koloniyan anîne, di pêjgeha xwe de ceribandine. Di sedsala 16em de xwarin, aşpêjî û aşpêjan, di nava çînên serdest de qîmeteke mezin dîtine. Dewlemendan dixwestin xwarinên herî xweş bixwin, aşpêjên herî baş ên wan bin. Hêj di sedsala 16em de pêşbaziyeke wiha rûdaye.

Fransiyan tevahiya dewlemendiya pêjgeha Deryaya Navîn di xwe de hewandine, xwarinên wê bikategorî kirine, norm ê terîfeyên wê standard kirine. Bandora pêjgeha fransî gelek li ser pêjgeha Ewropayê heye. Di nava herêmên dîrokî yên Fransayê de ji aliyê xwarin-vexwarinan ve cudahî hene.

Taybetiyên pêjgeha fransî[biguherîne]

Penîr, jambon, midye, kevjala deryayê (îstakoz), canberî, masî û çêjên deryayê yên din, arxavk, goştê mihê, parî (schnitzel), kuvark, xwarinên ji hevîrê, hêyavkên rengîn gelek tên xwarin. Aşpêjxaneyên herî bikalîte li navenda Parîsê ne. Şeraba herî bitehm û navdar jî, ya fransiyan e. Gava mirov behsa Fransayê dike, penîr, nan û şerab bibîr tê. Li dora 1000 cureyê penîr tên çêkirin. Li Fransayê dewlet girîngiyeke mezin dide pakijî û hîjyena aşpêjxaneyan (restorant), birêkûpêk kontrolan dike.

Taştê[biguherîne]

Kulîçe, kate (bo mînak croissant), rûnê nivîşkê, kafê (qehwe), kremayên çîkolateyê, herwiha fêkî yan wekî kurdan heşîniyê dixwin.

Navroj[biguherîne]

Fransî heya ji wan tê dirêj dimînin li ser destexaneyê (sifre). Him xwarinê dixwin, him suhbetê dikin. Kurd jî bi zivistanê û demên fireh de, hez ji suhbeta li ser destexaneyê dikin. Bi havînê û demên xebatê de ev derfet bidest nakeve. Li Fransayê jî fastfood roj bi roj bipêş dikeve lê fransî di aliyê fastfoodê de ji welatên din ên Ewropayê cudatir e, kêm bala xwe didin fastfoodê.

Şîv[biguherîne]

Şîv ji sê qoran pêk tê, hors d'oeuvre (ordoêvr) ango xawarina sivik, xwarina sereke yan giran û dawiyê şîranî, nan, selete, penîr an şerab. Kurd şîva germ dixwin. Berê di palasên mîr û dewlemendan de selete, qehwe pirr dihatine bikaranîn.

Girêdan[biguherîne]