Pomak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pomak

Ala
DewletBulgaristan, Tirkiye, Albanya, Makedonyaya Bakur, Thrace, Kosova Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
1.000.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pomak navê berekê li Trakya û Anatoliya dijîn e.

Zaraveyekê Bulgarî diaxivin û bingeh-Slav in. Tê payîn ku peyva "pomak" ji "Pomagač - alîkar" tê û berên Bulxaran ên ku bi pêkutiyên Împaratoriya Osmanî bûne misilman ji aliyê yên din ve wiha hatine binavkirin. Ango "Alîkarê dijmin".

Îro pirranî li Anatoliya dijîn. Bûne Tirk û herçendî ji aliyê ziman, çand û fîzîkê ve naşibin Tirkan jî, xwe wekî "Tirkên xas" didin nîşandan. Di nava sazûmaniya dewleta Tirk de cihekê wan î mezin heye. Pirraniya karên payebilind ên dewletê di destê Pomak, Alban, Polonî hwd gelên ku bi eslê xwe ne Tirk in de ne.

Hin ronakbîrên Pomakan di van salên dawî de li Tirkiyê dest bi karê polîtîk kirine û dixwazin bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Lê dengê wan pirranî ji Pomakên di nava sazûmaniyê de cihdigirin ve tê tunekirin. TV a fermî ya Komara Tirkiyê hindik be jî bi zimanê Pomakî bernameyan diweşîne û di van bernameyan de "Tirkbûna Pomakan" tê bilêvkirin.

Gelê Pomak ola Îslamê, mezheba Sunnî dihewînin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]