Qerekose

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Qerekoseyê
Qerekilîs
Ağrı
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî (parêzgeh)
Serbajar Qerekose

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 1 (serbajar) bajarok
Hejmara gundan 107 gund

Gelhe (2008) 131.104[1] kes
Rûerd 1.497[2] km2
Berbelavî 87,6 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 39°43′8″Bk 43°3′2″Rh / 39.71889°Bk 43.05056°Rh / 39.71889; 43.05056
Gelhe (2008) 91.817 kes
Bilindayî 1.565 m
Koda postayê 04xxx
Koda telefonê (+90) 472
Nexşeya cihan Tirkiye
Qerekose (Tirkiye)
Qerekose

Qerekose an Qerekilîs an jî Qerekîs (bi tirkîAğrı) navê bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeya Agiriyê ye.

Sirişta Agîrî zehf sare û çikandin pir nîne.

Agirî (Ararat) (Qereks an jî Qerekose Tırkî bi navê berê Karaköse, Karakilis, Şorbulak, Ermenkî Vadnazor

bajerê Kurdistanê eyaleta Serhedê ye bajerê Kurdaye û Kurd maye her tim...

Bajêr di nav paralelên 39° - 05' û 40°- 07' bakûr û merîdyenên 42°-20' û 44°- 30' rojhilat de ye. Bajêr li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bedlîs û Wan û li rojhilat jî bi sînorê bajerê Mako ve tê girêdan. Taybetiyên erda bajêr:

Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û çergehên,% 3 ji golên, % 25 deşt û zozanên û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.

== Serjimar (1997) û navçeyên Navend;106.695 Giyadîn;37.410, pivana erdê 1274 km² ye. Li Rojhilatê bajêr e. Bazîd;91.994, pivana erdê 2383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Ag Xamûr;20.738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li başûrê bajar e. Panos;119.958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li başûrê bajar e. Avkevir;19.606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji Agirî li ser rêya Erzirom - İranê ye Dûtax;30.594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e. Tevahî ya serjimar herêmê (tevli gundên); 466.059 e.

Erdnîgarî[biguherîne]

Avhewa[biguherîne]

Li heremê avhewayek reşayî darizandin dikê. Bajarêk herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehên berf li erdê ye. Dawîya meha avrêlê berf dest pê dike dihele. Havînên jî herêm hênik derbaz dibe.


Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Qerekoseyê (1975-2010)
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) -5,7 -3,4 2,4 12,0 18,3 24,1 29,3 29,9 25,4 17,3 7,6 -1,6 Ø 13
Nimztirîn germahî (°C) -16,5 -14,9 -7,9 1,0 5,2 8,3 12,3 12,1 7,1 2,2 -3,7 -10,9 Ø -0,5
Germahî (°C) -11,2 -9,3 -2,9 6,3 11,9 16,7 21,2 21,3 16,3 9,2 1,4 -6,4 Ø 6,2
Barîn (mm) 36,3 48,9 48,4 75,3 75,7 45,6 19,0 12,5 16,0 56,4 49,8 40,9 Σ 524,8
Saetên bi tavik (st/r) 1,9 2,7 4,2 5,7 7,8 10,2 10,5 10,1 9,2 6,6 4,0 1,8 Ø 6,2
Rojên bi baran (r) 11,2 11,6 12,1 15,2 16,4 10,9 6,2 4,7 5,0 9,0 9,3 11,1 Σ 122,7
G
e
r
m
a
h
î
-5,7
-16,5
-3,4
-14,9
2,4
-7,9
12,0
1,0
18,3
5,2
24,1
8,3
29,3
12,3
29,9
12,1
25,4
7,1
17,3
2,2
7,6
-3,7
-1,6
-10,9
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
36,3
48,9
48,4
75,3
75,7
45,6
19,0
12,5
16,0
56,4
49,8
40,9
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: www.dmi.gov.tr

Deşt û Zozan[biguherîne]

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), Deştek din jî Deşta Panos û Giyadînê ye. Bilindtir bû zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanên kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene.

Çem û gol[biguherîne]

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyên, Zêdkên, Gelûtên. Li herêmê du golên biçuk jî hene. Balik û Saz Ciyên turîstîk û germavên herêmê:

Ji welatên cûda cûda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkişin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsak Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navçê Bazîdê ye û ji alî Kurdên ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne. Serwetên bin erdê:

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kewêrê ponz, li Dûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve. Babetên heywanan:

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanên mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li mêrg û golên werdekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Xwarênên Herêmê[biguherîne]

Xwarêna herî bi nav û deng qelî ser sêlê ye. Ecîn Abdigor ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê[biguherîne]

Kêfa zilam pûşî didin serê xwe. îşlig û êleg li xwe dikin, di binî de jî şelwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şelwar kêfyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, yemenî û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene. Nav û kronolojiya bajêr:

Bajar navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê bajar yê herî kevn bi Farisî "Kuhî Nur" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî Masîs, bi zimanê Erebî jî jê re Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs(Agirî ya biçûk) dihat gotin. Nav ji alî TirkÊn ve wek Ağrı hatî gûhertin. Navê bajêr bi Kurdî Agirîye.


  • Berî Îsa;
  • Dema Hûriyên; 1340 - 1200
  • Medeniyeta Ûrartûyên; 1200 - 600
  • Dema Mekodoniyên; 331
  • Piştî Îsa
  • Dema Bîzansiyên; 339
  • Dema Ebasiyên; 750
  • Dema Selçûkiyên; 1102
  • Dema Osmaniyên;1514

Ol û Civak[biguherîne]

Sermijara bajêr tevahî Mislimanên, hejmara Xiristiyanên pir kêm in. Piranîya sermijarê ji Kurdên pêk tê, Azerî jî wek ciwaka dûyemîn li herêmê hene. Çiya:

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kose (3430m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m). Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. tuik, 2008
  2. www.turkstat.gov.tr/PreIstatistikTablo.do?istab_id=220


39°43′08″Bk 43°03′02″Rh / 39.71889°Bk 43.05056°Rh / 39.71889; 43.05056