Agirî (parêzgeh)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Agirî (cudakirin) binêre.
Parêzgeha Agiriyê
Koda parêzgehê: 04
Nexşeya navçeyan
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Qerekose
Walî Musa Işın
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2015)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
549.435 kes
299.628 kes
249.807 kes
Rûerd 11.376 km2
Berbelavî 46,7 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 8 navçe
Hejmara bajarokan 12 bajarok
Hejmara gundan 566 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 472

Agirî (bi tirkî: Ağrı) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê çiya, yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûh" yanî çiyayê Nûh bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Kurd ji vî çiyayî re Grîdax jî dibêjin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî çîyayekî etunîye yanî berê volkanek bû . Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.

Bajarê Agirî li ser Deşta zêdka, li rex çemên Mûrad û Sînegê, li jêra Girê Qijik Tabo ava bûye. Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê Agirî kurdî ye. navê Agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr. Hin kal û pîrên herêmê ji vî bajarî re Çolereş jî dibêjin.

Navçe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa (Zayîn)

  • 1340 - 1200 Dema hûriyan
  • 1200 - 600 Medeniyeta Ûrartûyan
  • 678 - 549 Dema Mediyan
  • 331 Dema Mekodoniyan

Pishtî Îsa(Zayîn)

  • 339 Dema Bîzansiyan
  • 750 Dema Ebasiyan
  • 990 Dema Merwanîyan
  • 1102 Dema Selçûkiyan
  • 1355 Dema Mîreketîya Zirqanî
  • 1560 Dema Osmaniyan
  • 1835 Dema Mîreketîya Bayezîd
  • 1860 Dema Osmaniyan
  • 1912 Dema Rûs
  • 1920 Dema Osmaniyan
  • 1923 Dema Tirkiye

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erdê bajar 11.066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji mêrg û merayan,% 3 ji golan, % 25 deşt û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên şekir û keten tên çandin.

Av Uhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.

Deşt û Zozan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341 m2), deştek din jî Deşta Patnos û Giyadînê ye. Bilind bûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan kanî yên ku ava wan cemîdî û mêrgên şîn jî hene. Ji zozanên Agiriyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sê sed û çar sed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zehf pez tên xweyî kirin, lê belê ligel wê dewarjî tên xwedî kirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçine.

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243 m), Çiyayê Kosedax (3433 m), Tendûrek (3542 m), Agiriya biçûk (3925 m), Agiriya Mezin (5137 m). Çiyayê zore(3573 m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

Çem û gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.

Gola Masiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), gelê herêmê Gola Kuştiyan jî dibêje. Gol, 60 kîlometre li aliyê Bakurê Rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çê bûye ye.[1]

Ragihandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

Serjimar (2015) û navçeyên bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Navend; 146.007
  • Gihadîn; 44.693, pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
  • Bazîd; 121.112, kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km²ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ehmedê Xanî li vir e.
  • Zêtka; 37.744, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
  • Xamûr; 20.364, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
  • Panos; 125.324, pîvana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
  • Avkevir; 21.611, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - Îranê ye
  • Dutax; 32.580, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.

Tevahiya ya serjimara herêmê (tevli gundan) 549.435 e. Pir serjimarekî giran ji bajarên din koçberî kirin hatin. (neziki 500.000 mirov bajaren din dijî)

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ciyên turîstîk û germavên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê zêwî kirin. Tirbê Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê zêwî kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîn û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serjimara bajar tevahiya Misilman in, hejmara Xiristiyanan pir kêm in. Piraniya serjimarê ji kurdan pêk tê, Azerî jî wek ciwaka duyem li herêmê hene.

Xwarinên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarina herî meşhûr qelî ye. Kufteya Evdîgor, xîngel, mertoxe, xaşîl, savara bigoşt, helîse, karêberg, keşk û girar xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

Navdarên Bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êl û Eşîrên Herêma Agirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rastî li navenda Agiriyê û navçeyên mîna Bazîd û Dutaxê zêde eşîrtî tune ye. Gelek kes nizanin ku ji kîjan êlê ne jî. Lê navçeyên mîna Panos, Giyadîn, Avkevir û Hewaran (Xamûr) eşîrtî gelekî zêde ye û gelek caran şer di navbera êlan de jî dertên.

Navên Gund û Bajarokên Bajarê Agirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

navên rastî (kurdî) û navên tirkî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]