Sensûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xwenîşandereke li dijî sensûrê (zensur, bi almanî ye), li Berlînê (2009).

Sensûr (ji peyva latînî censura ya ku tê wateya sergirtin, pêşîlêgirtin, sehêt(kontrol) kirin), peşkînan û qedexekirina ku ji hêla dewlet, desthilat û hikûmetekê ve li ser raman, ziman, çapemenî, weşan, şano, fîlm û hwd tê kirin. Kesekî ku sensûr dike dibêjinê sensor yan sensûrkar.

Sensûr di dema ku pêşî li hatina hizireke li ser ziman were kirin û newê hiştin ku were ser ziman, hingî, dibe. Sensûr, ji aliyê dadgehan ve pirr dihê bikaranîn bi biryarna ku didin. Bo mînak, di girtina siyasetmedar û rewşenbîrên kurd de, dadgeha tirk, biryar daye ku wê ti kesek, dosyayên wan nebînê. Sensûrkirin jî, xoslet û taybetmendiyek ji xoslet û taybetmendiyê rejîmên totalîter e. Mînak, pirtûk û filmên bi kurdî, yên ku çand û kultura kurdan bi rengê kurdan tênina ser ziman, di çapemeniya tirk de tên sensûrkirin. Gotina "Kurdistanê", hê qedexe ye, tê sensûrkirin li Tirkiyeyê. Ji beşa Kurdistanê ya ku di nav sînorê Îraqê de hatiye hiştin û ku navê wê Başûrê Kurdistanê ye, li tirkî di çapemeniya wê de navê wê qedexe ye û bi navê "Kuzey Irak"ê binav dikin û tênina ser ziman. Gotin û navê Başûrê Kurdistanê, qedexe ye û di çapemeniyê de di deme hanîna li ser ziman de bi vî rengî sensûrkirin tê kirin.

Wekî din jî, sensûr, di çapemeniyê de, li ser weşan û fîlm, û pirtûkên ku ne li gor ahlaqê civatê ne. Di nav civatan de bi demê re, kevneşopiyên wan diafirin. Ev kevneşopî jî, bi demê re karin bibin, temenê sensûrên ku werine kirin.

Bi taybetî, di sensûrkirinê de hertimî destûr tên bikaranîn, hin xalên wê weke ji bo wê tên bikaranîn û an jî, dikine temenê çêkirina hin "zagonan" de û tên kirin.

Mînakên sensûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûra çandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sensûra fîlman, di fîlman de, hin beşên ku li ser teşîrkirina laşê jinê yan jî yê mêr hebin, û an jî ne li gorî ahlaqê civakê were dîtin. Û an jî di wan de zor û şidet hebe û ku bê fehmkirin ku wê deroniya zaroya xirabike, tên derxistin û nayên weşandin.
  • Sensûrkirina pirtûkan, di dema werger û an jî, vegetona di derbarê wan de, ne anîna ser ziman, û an jî qedexe danîna ser hin hizirna ku têne ne û ne hiştina hanîna wan ya li ser ziman. Bo mînak, di pirtûkên Seîdê Kurdî (Bedîuzeman) de, ku ji pirtûkên wî, peyvên "kurd", "Kurdistan" hatina derxistin[çavkanî hewce ye]. Pirtûkên wî, aslê wan hatina windakirin û hin pirtûkna ku ji yên wî hatina dewşîrkirin, danîna cihê wan weke yên wî û hwd.
  • Sensûra înternetê, li herêmên kurdan, sensûr danîna li ser rûpelên internetê yên kurdî ku li herêmên Kurdistanê gihîna wan zor bê û an jî nebe.
  • Sensûra nameyan, li zindanên li Kurdistanê, bi hezaran girtiyên siyasî ku dewleta tirk kirina zindane de hene. Ku dê û bav û xizmên wan, zaroyên wan, ji wan re maneyan dişênên. Ku name hatina şandin û gihiştina girtîgehan, berî ku werîna dayin li girtiyan, wê rayadarên dewletê wan nameyan bixwênin û wê rêzên nivîsê yên ku di wan nameyan de na, ku ne li gorî zihniyeta wan bin, wê wan li ser re bi mirekeba reş re xîz bikin ji bo ku girtî nikaribin buxwênin û wê piştre nameyan bidina wan. Nemayên kurdî ku bi zimanê kurdî hatina nivîsandin, qedexe na. Girtîyek, çend ku tenê bi kurdî dizanê ji wê û pêde ti tiştekî dî nizanê jî, di deme hevdîtinan de bikurdî qedexe ya ji wan re ku bi malbatên xwe re bikurdî biaxivîn. Nema û pirtûkên kurdî, girtina wan li hundurê zindanê jî qedexe na.

Sensûra olî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sensûrên olî, ya ku ol li gor ahlaqê xwe rastnebîne ku were ser ziman.

Sensûra hizrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sensûr di hizirê de, di deme weşandin û an jî hanîna ser ziman ya hizrekê ku hatî ser ziman de, jê birrîn, beşeka an jî bêhtir ne hanîna ser ziman bi zanebûn.

Sensûrên li ser çand û musikê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li tirkî, çanda kurdan qedexe ya. musika wan jî, qedexe ya. Ti carî di televizyonên wan de bi kurdî li Helbestan hisandin jî nabê. Yan wê helbestan, bi gotin û awazên wan re vergerênina bi tirkî û bi tikî derxina TV û bi wêşênin, yanî wê newşênin. Salên 1980 û hwd de, dewleta tirk, komên lêkolînê dabûn avakirin ku herrînê herêmên kurdan, dengên musika wan bi Awaz û Gotinên wan re kifş bikin û werina ankarê û wan bi qulubênina bi tirkî û bêjin bi tirkîya û bi tirkî bi weşênin.

Xwesensûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bi xwe bixwe sensûrkirin bi sedeme tirsê bû an jî hin sedemên yên bi vî rengî bê hizra xwe ya ku mirov xwest ku bîbê ser ziman, ji wê hizra ku hizirkiribû ku bîne ser ziman, di serê xwe de birrîn û ne hanîna ser ziman.

Sensûr û qedexeya destûrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sensûr û qedexeyên destûrî ku li gor destûrê bê qedexekirin; yan jî bi giştînameyan û destûrnameyan, pêşî birrîn. Bi taybetî, car bi car, li welatan, Hikimet bi biryarnameyan, sensûran dike. Biryarnameya, hikimete tirkî ya di derbarê, ne hiştina birkaranîna tîpên "W", "X" û "Q" de. Ev herdû tîp, dû ji wan tîpên ku temenê kurdî diafirênin. Bi biryarê dozkar û dadgehan heta vê dema ku em hê nû ketinê (10.01.2012) ya 2012´an, li rojnemaya kurdî Azadiya Welat bi dehan caran bi biryarên dadgahê heyv bi heyv hatiye girtin. Ji ber ku ew bi kurdî weşandê dike û çand û dîrok têne ser ziman û zimanê kurdî bikardihêne, ew sensûr û qedexe li ser wê ne.

Weke xelaka din jî, ku divir de divêt ku mirov bêne ser ziman û pirr girînge, di dadgahên tirkî, bi deh hazaran kurd ji ber ku kurd in tên darizandin, lê zimanê kurdî ji bo wan qedexe ya û nikarin bizimanê xwe yê dayikê parastina xwe bikin, tevî ku pirranîyên wan girtîyên siyasî ji kurdî pêve ti zimanê nizanên û kurdî zimanê wan yê dayikê ya. zimanê kurdî, bi navê "zimanekî ku nayê zanîn" binav dikin û tênin ser ziman. Ji bo ku navê Kurdî, nekeve belge û dukumetên dadgahê de ev yek tê kirin. Ji ber ku kurdî hê qedexeya, ev yek tê kirin.

Sensûra leşkerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûra Medîya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

MED TV û Medya TV, du ji wan televizjonên kurdî bûn û ji ber ku bi kurdî weşandin dikirin, li ser xwestek û hewldanên Dewleta Tirkî hatina girtin. Piştî MED TV û Medya TV re televîsyon kurd ya din ya bi navê Roj TV jî ji ber ku bi kurdî weşan dikir, li ser xwesteka dewleta tirk, hin hêncet jêre hatina derxistin û ew jî hat girtin.

Aliyê din jî yê sensûra weşanê, li ser nûçeyên ku tên weşandin in. Minaq, weke ku di Çapamenîya Tirk gotinên kurdî û yên ku mafê wan tênin ser ziman, sensûr dike. Ev jî, bi Bîryarnema û Giştînemayên ku Hikumeta tirk yên ku ew der dirxê ya dibin. Car bi car, nûçayên ku diweşênin jî, navaroka wan, sensûr dikin û diweşênin. An jî, ku nûçeyne di derbarî kurdî û mafê wan de bin, ku bidina weşanê jî, wê di seatên pirr dereng de bidina weşanê ku êdî zêde ti kesek nikaribê wan bihîzê.

Sensûra di pirtûkên perwerdehîyê de ku tê kirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li tirkî, nav, dîrok û çanda kurdan ji hemû aliyên xwe ve ji pirtûkên perwerde hatîna derxistin. Bawerîyên weke Êzîdîtîyê û Elewîtî û hwd, jî bi ti awayê têde cih nagirin. Bi wê rejî, bi sînormayîn nabê, û di pirtûkên perwerdê de Nijadparêzîya Tirkîtiyê tê derxistin li pêş. Bi vê yekê re, dijminatî, tê pêşxistin di nava civatê de li hemberê komên din yên di nav sînorê tirkî ku ne tirk in û nexwezin ku ji çand, nav û dîroka xwe dûr bikevin ên weke kurdan û komên olî ên weke elewîyan û hwd.

Sensûra li ser weşanên ku bên weşandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûra siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûra korporasyonan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bikarhanîna teknolijîyê û sensûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûr û mafên mirovan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sensûr, li ser temenê qedexekirina mafên mirovan yên çandî, kulturî, zimanî, hizrî, bawerî, û hwd, bi rê ve diçêt. Sîstem an jî hikûmeta wê sistemê, hertimî dike ku li gor têgihiştina xwe bi rê ve bibe. Lê ku pêşketina ku dervî, têgihiştin û destûra wê ya ku ew li gor wê avaya ku bû jî, wê bi qedexekirinê bê û sensûrê bê ji holê dirakê. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku sensûr, temenê wê, têgihiştina desthilatdariyê serdest diafirêne. Li tirkî, qedexeyên li ser kurdî û baweriyên cuda ên weke elewîtiyê û hwd. Kurd, ser 25 milyonan re li Bakurê Kurdistanê yê ku di bin mêtinkariya tirkî de ya lê dijîn, lê tenê dibistaneka wan jî, nîna ku têde zaroyên xwe bi zimanê wan yê dayikê perwerde bikin. Dewlet û hukûmet, destûrê jê re nadê. Qedexe, asta sensûrê ya li ser wê re ye, asta wê ya bilind e û wê qedexe dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]