Rojhilata Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rojhilatê Kurdistanê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rojhilata Kurdistanê
Zerdê kal: Axa Kurdan li Îranê

Rojhilata Kurdistanê perçeyê Kurdistanê ye ku di nav sînorên Îranê de ye.

Dîrok[biguherîne]

Information icon.svg Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Rojhilat

Rûerd[biguherîne]

Rûberê Rojhilata Kurdistanê 175.000 km2 ye. Rojhilat herêmke çiyayî ye. Rojhilata Kurdistanê ji van navçan pêk tê: Ji bakur ber bi başûr ve navçeya Mako, Urmiye, Somabiradost, Bêlewer, Mukriyan, Erdelan, Hewreman, Kirmanshah, Îlam û Lekistan in. Heger mirov wekî ku di balafireke de be fi bi jor ve, li herêma Rojhilat mêze bike, çiyayên bilind û daristanên gurr dibîne.

Di navbera van çiyan û baniyan de deştên rast û bi ber, çem û newalên bi av hene. Çiya û deten herî girîng ên van navçeyan jin bakur ber bi başûr ve ev in: Çiyayên Çilikan û Sarîdaş, deştên Soma û Bêlewar, Çiyayê Reş (3578 m), Deştên Wirmiye û Mergewer. Çiyayên Mukriyan, deşta Şarwêran, zincîra çiyayê Zagrosê û li başûr çiyayên Şaho (3390 m), Dalaxanî û Paraw, deştên Kamyaran û Mayîdeşt, çiyayên Wuşnrankêw (4050 m), Mezin û Spî hene.

Piranî darên mazî û berû ne. Di nav wan de darên mêwe ji hene. Wekî enab, beyîv û hirmiyê kovî, aqasya, erxewan, spîndar, soreçinar, berû mazî û mêxik. Herweha tû, mêw, xox, qeysî, gûz, hinar, hirmî, guyîj, belalûg, sêv, gelaz, bîhok û sincû ji hene. Li herêma çiyayên Qendil û Zagrosê baran zêdetir dibare. Hebûna baran û berfê li çiyayên Kurdistanê bûne sedem ku çem û kanî pir bi av in. Havînan li Kirmanşahê germahî digihe 35-45 pileyî. Germtirîn bajarê herêmê Qesrêşêrîn û Mêhran in. Sartirîn bajar Bokan û Sine in. Zivistanan li van bajaran serma dikeve binî -30-35 pileyî.

Zincîra çiyayên Zagrosê[biguherîne]

Çiyayên Zagrosê ji geliyê şîn heta geliyê Alan ji Kurdistana Rojhilat û Başûr re dibe wekî tixûb. Zagros rêzçiyayên Kurdistanê ne. Ew ji bakur ve ber bi bashûr, ji Agirî heta Luristanê dom dikin. Ew heta herêma shirazê diçin. Dirêjiya Zagrosê ji 1000 km zêdetir e. Bilindiya wan li Wuştrankêw 4700 metreyî derbas dike. Divê herêmê de, ji bakur, ber bi başûr ve çiya paralel in. Li bakur çiyayên Sahend û Sebelan bi berf in. Berfên wan ji payîza pêşîn heta dawiya biharê dimîne. Rêza Zagrosê ber bi Mezopotamyayê ve, di navbera geliyê Şîn û Alan de/ bilind û tûj in. Lê, di navbera Badînan û Mûsilê de nizim dibin. Dadikevin 450 metreyî. Li aliyê rojhilat Ji 1000 metreyî bilintir cîh hene. Geliyê Şîn 2860 metre ye. Ji ber vê yekê di hindava Mûsilê de çemên Rojhilata Kurdistanê dadikevin Başûrê Kurdistanê. Bi taybetî Zêyê Biçûk li herêma Mukriyan û Bane gelek av û çemên din jî berhev dikin û di herêma Serdeştê de ji geliyê Alan derbasê Başûr dibe.

Av û bendav[biguherîne]

Gola Urmiyê, dikeve rojhilatê bajarê Urmiyeyê. Qerexê rojavayê wê besşek ji tixûbê Rojhilata Kurdistanê ye. Dirêjayiya wê nezîkî 140 km û firehiya wê jî 50 km ye. Qada wê 6.000 km2 ye. Kûriya wê 6 û hinek cîh digîhe 15 metreyî derbas dike. Di nav golê de çend girav hene. Lê, ya herî mezin girava Şahiye ye. Gola Zirêbarê, li nêzîkî bajarê Merîwan e. Dor û berê wê deşt û çiya ne. Bi dar û devî ne. Dirêjiya wê 5 km û firehiya wê jî 2 km ye. 15 metre kûr e. Ava gola Zirêbar şêrîn e û masî tê de dijîn.

Bendav[biguherîne]

Herêmên Rojhilata Kurdistanê[biguherîne]

Di sîstema îdariya Îranê de şûna sîstema wîlayetan de herêm hene. Herweha Kurdistan dibe şeş herêm[çavkanî pêwîst e].

  1. Bakur
  2. Mukriyan
  3. Erdelan
  4. Kirmanşah
  5. Îlam
  6. Lekistan
  7. Gûran
  8. Xuresan

Herêma Bakur[biguherîne]

Ev herêm ji çemê Aras dest pê dike û heta Deştebêl dom dike. Di ve herêmê de navçeyên Urmiye, Bazirgan, Mako, Soma, Biradost û Salmazê hene.

Herêma Mukriyan[biguherîne]

Ev herêm ji Şino dest pê dike û heta Saqiz diçe. Li vê herêmê bajarê Mehabad navenda herêma mukriyan e. Li vê herêmê bajarên Pîranşar, Bokan, Nexede, Serdeşt, Mîyamduaw û Şayîndij hene.

Herêma Erdalan[biguherîne]

Ev herêm ji Saqiz dest pê dike û heta Kamyaran dom dike. Di vê herêmê de bajarên Saqiz, Bane, Dîwandere, Tîkab, Bicar, Sine, Merîwan û Kamyaran hene.

Herêma Kirmanşanê[biguherîne]

Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Bêstûn, Pawa, Sonqur, Rewanser, Sahane, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Hersîn, Gîlangerb, Şahabad û Cwanro] hene.

Herêma Îlamê[biguherîne]

Ev herêm ji Şahabad dest pê dike û heta Serpêl û Zahaw dom dike. Divê herêmê de bajarên Îlam, Neftêsha, Mihran, Melikşahî û Eywandesht hene.

Herêma Lekistan[biguherîne]

Ev herêm ji Sine dest pê dike û heta Kûdeşt dom dike. Di vê herêmê de bajarên Sine, Hersîn, Kûdeşt, Nûrawa, Aliştir, Kengawer, û Dirişer hene.

Herêma Gûran[biguherîne]

Herêma Gûran ji bakurê rojavayê parêzgeha Kirmaşan û devera Xaneqînê li Başurê Kurdistanê pêk tê. Bajarên giring ên vê herêmê Xaneqîn, Serpêlzahaw, Kirênd, Gîlangerb û Qesrê Şîrîn in. Ev herêm bi kevneşopî warê kurdên kelhûrî, lekî û hewramîaxiv ên yarsan e, yên ku xwe xwemalî wek "gûran" binavdikin.

Herêma Xuresanê[biguherîne]

Kurdên Xuresanê ku nezî 1 milyon kes hene bi fermane şah Ebasê Sefewî ji Kurdistana bakurê hatine koç dan û niha li bajarên Bucnûr, Qûçan, Semelqan, Şêrwan, Radkan û Kelat dijîn him jî li gor hin çavkaniyan nêzî 300.000 kes jî li bajarê Meşhedê hene[çavkanî pêwîst e].

Bajarên Rojhilat[biguherîne]

Mirov dikare bajarên Rojhilat ji bakur ve ber bi başûr ve weha rêz bike: Bazirgan, Qutûr, Mako, Urmiye, Şino, Nexede, Pîranşar, Mehabad, Miyanduaw, Shahîndij, Bokan, Tîkab, Seqiz, Serdeşt, Bane, Dîwandere, Bîcar, Merîwan, Sine, Qurwe, Pawe, Rewanser, Kamyaran, Sonqur, Serpêlzahaw/ Kirin, Mayîdeşt, Kirmanşah, Sehene, Kengawer, Hersîn, Şahabad, Nefteşah, Îlam, û Mêhran.

Çavkanî[biguherîne]