Taraf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hejmarek Tarafê bi sernivîsa kurdî

Taraf (bi kurdî: hêl, alî, lay, bere) rojnameyeka li Tirkiyêyê, bi zimanê tirkî tê derxistin e.

Tarafê di 15'ê sermawezê 2007an de dest bi çapê kir. Berpirsiyarê karê nivîsaran Ahmet Altan û alîkara wî jî Yasemin Çongar e. Dirûşmeya rojnameyê "Düşünmek taraf olmaktır" / "Fikirîn alîgirtin e" ye.

Taraf di 8'ê adarê 2008an de bi sernûçeya kurmancî ya Ji min re avê bîne derket. Ew daxwaz a Sırrı Sakık bû ku dema xwepêşandaneke bo hilbijartinên, 22'ê tîrmehê 2007an hatibû bilêvkirin. Li ser vê gotina Sakik li dijî doz hatibû vekirin. Rojnameya Tarafê bi vê sernivîsa xwe dida nîşandan ku bo cara yekemîn be jî diviyabû mirov sernivîsên bi kurdî biceribandiba.

Rojnameya Taraf, bi bihayê 1 YTL Yeni Türk Lirası (diravê Tirkiyeyê) dest bi weşanê kir, pêşî çapa xwe ya taşrayê (li gorî çapkirina rojnameyên tirk, taşra herêma ji bilî Stenbolê û piranî jî bajarê rojhilatê Tirkiye ye) kir 25 kuruş û di adara 2008'î de bihayê xwe li bajarên mezin daxiste 40 kuruş (hûrdiravê Tirkiyeyê).

Girêdanên Derve[biguherîne]