Xingal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xingala pale, zarok û şivanan
Xingala rûsan

Xingal navê xwarineke ji pelhevîrê (şikevayê) tê çêkirin e. Navê xwe ji lêkera kurdî xingalkirin, xingalîbûnê digire.

Xwarineke xwerû kurdî ye lê di qada navneteweyî de wekî kilora kurdî, lehmecûna erebî, peqleweya grekî, gîros (döner) a yewnanî ûêd li ser navê pêjgeha tirk tê hejmartin. Lewra zû de dewleteke kurdan nîne, xwarin, çand, zargotina kurdî wekî dewlemendiya tirkî tê hesibandin.

Ermenî jî dibêjin xingal. Gurcî dibêjin ხინკალი. Li hin deverên Kurdistanê navên wekî xinkal, xînkal an jî xingel tê bikaranîn.

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şikeva sê-çar goşeyî tê birrîn, nava wê gorî daxwazê ji goştê hêrayî, nîsk, siyale ûêd tê tijekirin. Bo çêjdanê biharat bikartînin. Bi destan wan dipêçin. Dikelînin, dema hat xaşandin wan pêşkêş dikin. An jî îcar di tepsiyê de dixin argûnê, heya hinekê sorî pê ket. Tepsiyê dertînin îcar sîr-mast-rûnê qijilî yan gorî daxwazê soseke din pê tê werkirin. Li Kurdistanê pirranî sîr-mast dikin.

Rûs jê re permenî dibêjin. Sosên rûsan gelek in. Li YKSSya berê xwarineke navdar bû. Zivistanan li Kurdistanê goştê qeliyê dikirin nava xingalê.

Cureyên xingalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xingala Anatoliyayê
Xingal pirranî sîr-mastkirî tê xwarin