Zencefîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zencefîl navê famîleyekê ye, gelek cureyên wê hene

Zencefîl (zingiber officinale), riwekek ji famîleya zencefîlan (zingiberaceae) e. Ango zencefîl navê famîleyeke riwekan e lê cureyê wê yê bi navê zingiber officinale bêhtir tê naskirin û bikaranîn. Bejna wê heya 1 m bilind dibe. Pelên wê zirav û dirêj in, kulîkên zer-sor vedidin. Ji avhewaya tropîk an nîvtropîk hez dike. Li Çîn, Hindistan, Viyetnam, Îndonêzya, Japonê gelek digihê.

Bikaranîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wekî biharat, pirranî di kilor, kateyan de tê bikaranîn. Tevlî tirşînan jî dikin. Tê gotin ji nexweşiyên madeyê re bikêr e. Vîtamînên C û B dihewîne. 80 %ê vê riwekê ji avê, 2 % proteîn, 1 % rûn, 12 % devtî , kalsiyum, hesin, fosfor ûêd e.

Madeyê vedike, gazê dertîne, hilmijê hêsantir dike. Barê demaran sivik dike, laş germ dike. Di xwarinan de gelek tê bikaranîn. Tevlî şorbe, kutilk, hêyavk, selete, kulîçe, xurabî, sosîs, biraşteyên kartol û goştê ûêd dikin. Kesên madeyên wan li hev dikevin, zencefilê davêjin devê xwe, derdibe.