Kutilk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji postavaniya Azerbaycanê cureyek pûlê (2005).

Kutilk, dolmeh, heşîn, xeşîn navê komekê xwarinan e. Carnan jê re bi tesîra farisî û tirkî dolme jî tê gotin. Dolmeh tê texmînkirin ji zimanê yewnanî dolmadakî (ντολμαδάκι) tê.

Dolmadakî yan dolmeh û kutilk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rastiyê de dolmeh, dolme tenê navê cureyekê kutilkan e. Ji kufte û pêçanan (alol) cuda ye. Kutilk ji xwarinên ku tên dagirtin, tijekirin re tê gotin. Bêjeya dolmeh ji dolmadakî ya yewnanî yan ji zimanê gurcîyan tolma (ტოლმა) derbasî kurdî bûye. Osmanîyan ev nav heya balkan û bakurê Afrîkayê birine.

Çiye kutilk?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di pêjgeha kurd û gelên cîran de bi dehan cureyên kutilkê hene. Kutilk pirranî ji sebzeyan, ji dagirtina, tijekirina sebzeyan tê çêkirin. Wekî kutilka dîlanê, ji tijekirina dan, nîsk, ardik, nokê, goştê jî dibe. Pirranî ji îsot, bacanreşk, pîvaz, kundir, firing, pelê rezê tê amadekirin.

Li Kurdistanê bi zivistanê ji sebzeyên hişkkirî gelek cureyên kutilkê tên xwarin. Herwiha gelek cureyên dolmeyê yên ji dan tên çêkirin jî hene.

Cureyên kutilkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]