Ûd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji 'ûd hat beralîkirin)
Ûd

Ûd amûreke muzîkê ya têldar e.

Peyva ûd ji erebî ye û ji peyva “el-'ûd” (العود) tê ku wateya wê talîjarî (Aleo vera) ye. Di zimanê erebî de pêşdaçeka “el” herfî tarîf e. Civakên ku di zimanê wan de “herfî tarîf” tune ye, ev peyv wekî "ûd" wergirtiye lê yên di zimanê wan de “herfî tarîf” heye, bi wî awayî wergirtiye. Rojavayiyên ku di sedeyên 11an û 13an de li dû Şerên Xaçperestan ev amûr biriye Ewropayê, navê wê jî li gorî zimanê xwe, girêdayî bingeha wî ya erebî, daniye: luth (fransî), lute (inglîzî), Laute (almanî), liuto (îtalî), alaud (spanî).

Dema em ji hêla zanistî ve berê xwe bidinê, em ê bibînin ku ev amûr ji hêla sumeran û şaristaniyên din ên serdema pêşî ve hatiye bikaranîn. Hin nivîskarên ereb û faris dibêjin ku mûcîdê vê amûrê Pythagoras û hinên din jî dibêjin ku Eflatûn e.

Ziryab an jî Zorab kesê pêşîn bû ku pêncemîn têl li saza ûdê zêde kiriye, mizrap bi kar aniye û flamenko afirandiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]