Çiyayên Şerevdînê

Çiyayên Şerevdînê
Bilindayî          (herî bilind) 2.544 m
Cih Bîngol-Mûş
Koordînat 39°2′18″Bk 41°17′50″Rh / 39.03833°Bk 41.29722°Rh / 39.03833; 41.29722
Nexşeya cihan Tirkiye
Çiyayên Şerevdînê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çiyayên Şerevdînê
Çiyayên Şerevdînê

Çiyayên Şerevdînê, komeçiyayek e li herêma Serheda Bakurê Kurdistanê, di nava parêzgehên Çewlîg û Mûşê de.

Bilindahiya çiyê digihîje 2.544 m. Di nav tixûbên Kanîreş, Bongilan (Solaxa) û Gimgim û Xinûsê da ye. Biharan bêyî niştecîhên herêmê malîvanayê ji koçeran ra jî dike, zozanek bi adane, cûr be cûr kulîlk û giha tê de hişîn dibe, hela kinkor û kivkarikên li wir hişîn dibe gelek navdar in, ji bo ajalvaniyê cîhekî gelek baş e.

Wargehê zozanan e û di stranên kurdî de navê wê gelek derbas dibe. Di hin stranan de navê wê wekî "Şerefdîn" an "Şêr Evdîn" jî derbas dibe. Dewleta tirk navê wê kiriye Şerafettin. Li çiyayên Şerevdînê gelek cihên cografîk ên navê şêr tê de derbas dibe hene. Gundê Siltaşêr, ziyareta Şêr Evdîn, newala şêran hwd. Tê texmînkirin ku yan çiyê navê xwe ji wextekê hebûna şêran girtiye yan jî ji Ziyareta Şêr Evdîn girtiye.

Di dîrokê de jî roleke girîng lîstiye. Serhildanên Şêx Seîd, Berxwedana Yado hwd de bi dewleta tirk re şerên mezin li vê cografyayê pêk hatine. Di strana bi navê Sê biran de wekî wargehê birayê êzidî, Hebîbaba derbas dibe. Niha jî bi navê "Ziyareta Hebîbaba" û bi navê "gundê Hebîbaba (Hebîba, Heyîba, Hebîban) cih hene.

Havînan heya dawiya meha 6em hêj berf li lûtkeyên çiyê tê dîtin. Warê Amasya, Warê Rindalyan, Warê Qelinçûkê, Warê Qeremêşê, Bireka Hişkiyê, Newala Hirçê (Newala Evdo), Kêl, Warê Siltaşêr, Gola Mezin, Gola Piçûk, Mêrga Dirêj, Geliyê Kinkorê hwd hin ji navên cografîk li çiyê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]