Êlxan Penaber

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êlxan Penaber (jdb. li herêma Serhed a bakurê Kurdistanê), rojnamevan û nivîskarekî kurd-alman e. Li Almanyayê dijî. Endamê sendîkayên rojnamevanan ên alman e.

Di malpera Nasname (malper)ê de dinivîse û birêveberiya beşa kurdî ya vê malperê dike. Herwiha di gelek malperan de nivîsên wî hatine weşandin. Wekî penaber çûye Almanyayê, li wir bicih bûye. Bûye hevwelatiyê vî welatî.

Xwe di malperê de wiha dide nasîn: "..Êlxan Penaber bi rastî jî penaberek e. Li Kurdistana Ewropayê dijî. Ne siyasetmedar e, ne jî dixwaze rojekê siyasetê bike. Li yekîtî û pêşketina kurdan, bi taybetî yên Bakur digere. Dixwaze qet nebe bi çend bêjeyan kurdiya xwe, di Nasnameyê de ji gelê xwe re xizmetkariyê bike. Bi karê rojnamevaniyê re bilî bûye. Kovargerî kiriye. Li hin rojnameyên herêmî yên almanî de, şagirtiya redaktoriyê kiriye. Ne ji aboriyê û 'kebab firotinê' fêhm dike, ne jî mirovekî pispor e. Du xwestokên wî yên ferdî hene: carekê din diya xwe bibîne û başûrê Kurdistanê ziyaret bike.."

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]