Îşev (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îşêv
Senarîst Deniz Özer, Bahoz Özsunar, Erdal Kaya
Derhêner Deniz Özer
Lîstikvan Deniz Özer, Bahoz Özsunar, Erdal Kaya
Muzîka vebûnê Îşev Vekirina Muzîkê
Bestekar Harun Elki, Onur Aydın, Erdem Altınses
Welat Bakurê Kurdistanê (Tirkiye)
Zimanê orjînal Kurdî
Hejmara sezonan 2
Hejmara beşan 19
Hilberîner Studyo MOON
Kanal YouTube
Rewşe Bi dawî bû

Îşev, rêzefîlmeke komedî ya kurdî ye ku derhêneriya wê Deniz Özer e û ji aliyê Studio MOON ve hatiye çêkirin û di navbera salên 2020 û 2023an de li ser YouTubê hate weşandin. Rêzefîlma ku bi beşa 19em a serdema 2em hat weşandin xatir ji ekranan xwest. Rolên sereke yên rêzefîlmê Deniz Özer, Bahoz Özsunar û Erdal Kaya ne.

Mijara wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzefîlm, qala civaka kurdî bi awayekî kenawerîb û bi taybetî qala civaka xortên kurd dikî, mîna jiyana rojane û xwezgîniya keça û hwd. Li gorî Deniz Ozer, di destpêkê armanca wan bi çêkirina rêzefîlmê tune bû, tenê wek skeçekê wê bihatiba weşandin. Pîştî ku pir hat hezkirin û pîştî daxwazên temaşevanan berdewam kir.[1]

Lîstikvanên rêzefîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengvedan di civakê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêzefîlma Îşev dengekî mezin veda di civakê kurdî de da û bi taybetî di civaka ciwanên kurd de, ji ber ku ev rêzefîlmê komedî li ser pirsgirêkên civakî disekine û nîqaş mijarên pirr nêzîkî rastiyê dike. Tiştî ku pala pirraniya temaşevanan kişand ewê ku zimanê ku di rêzefîlmê de hat bikaranîn zimanê kurdî yê kolanan, zaravayê ku ciwanên pê re diaxivin.

Sezona duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo sezona duyem were kişandin li ser fongogo kampanyayek dan dest pê kirin ku maliyeta rêzefîlmê ji wir werê fînansekirin.[2] Kampanya bi serkeftî bû û sezona duyem lîstikvanên nû lê hatin zêdekirin. Şerîf Polat (Şikrî), Gulan Mîzgin Tekîn, Nalîn Aslan, Zeynep Demîrhan, Sema Çidik û Sînan Ayaz hin lîstikvanên nû ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "İŞEV DİZİSİ İLGİ GÖRÜYOR - Batman Sonsöz Gazetesi". www.batmansonsoz.net. 14 kanûna paşîn 2021. Ji orîjînalê di 14 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 sibat 2021.
  2. ^ "Fongogo.com". Ji orîjînalê di 11 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 gulan 2021.