Deniz Özer
Deniz Özer | |
---|---|
Jidayikbûn | 27ê nîsana 1994an (30 salî) |
Bernav | Deno |
Pîşe | Lîstikvan, şanoger |
Xebatên navdar | Şekirok (rêzefîlma înternetê), Mala Minê (sîtkom) |
Malper | denizozer |
biguhêre |
Deniz Özer an jî Deno (jdb. 27ê nîsana 1994 li Êlîh, Bakurê Kurdistanê), şanoger, lîstikvan û fîlmnivîsekî (senarîst) kurd e.[1]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deniz Özer li di sala 1995an de li navçeya Kercewsa bi ser parêzgeha Batmanê ve ji dayîk bûye.[2]
Ew di hevpeyvîna xwe ya Rûdawê de wiha dibêje;
“ | Diya min û bavê min beriya ku ez ji dayik bibim hevdu berdan. Piştî ku ez hatim dinyayê bavê min ez girtim û li cem xaltiya min hiştim. Ez heta 12 saliya xwe li cem xaltiya xwe mam. Paşê ez li dibistanên şevînî mam. Diya min li Swîsreyê dijî û min qet ew nedîtiye. Tenê bi rêya WhatsApp an FaceTime. Tişta ku herî zêde ez xemgîn kirim ew bû ku diya min ji min pirsî 'Navê te çi ye?' dipirsin. | ” |
Ji ber nexweşiya wî ya dîsleksiyê ji aliyê xwendinê ve pir zehmetî kişand. Di 12 saliya xwe de ji ber vê yekê ji dibistanê tê qewirandin.[2]
Di 18 saliya xwe de, li Stembolê perwerdahiya şanoyê ya despêkê dibîne. Piştî vê perwerdehiyê vedigere Batmanê û li wir bi navê Şanoya Tov şanoyekê vedike. Nêzîkî pênc salan li vir di gelek lîstikên şanoyê de dileyize. Piştre ji bo hînî Teknîka Eric Morris bibe dîsa diçe Stembolê. Li vir ji Meltem Cumbul perwerdehiyê dibîne. Di heman demê de ew û hevalên wî yên şanoger, bi navê Şa Performans mala şano û hunerê vedikin. Li vir lîstikeke navdar wergerandine kurdî bi navê Mîrzayê Biçûk û tê lîstin. Dîsa di heman demê de bi navê Ez û Deno pêşaniyeke stand-up tê lîstin. Di sala 2019an de li Batmanê bi navê Nîsk Performans şanoyeke nû vedike.
Her wekî din di rêzefîlmên sitcomê de wek Şekirok û Mala Minê de dileyist. Îro di rêzefîlmeke bi navê Îşev de dileyize.[3][4][5][6]
Fîlmografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://denizozer.com.tr/about-us/[girêdan daimî miriye]
- ^ a b Pencereya Bakur - Deno | پەنجەرەیا باكوور - دەنۆ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 1 îlon 2023
- ^ http://www.lokmandemir.com.tr/deno-deniz-ozer-kimdir/
- ^ https://www.cumhuriyet.com.tr/haber/sosyal-medya-fenomeni-deniz-ozer-her-seye-ragmen-guldurmek-1744959
- ^ https://twitter.com/denoizm
- ^ https://www.instagram.com/denoozer72
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |