Îznîk
Îznîk | |
|---|---|
| Νίκαια | |
Îznîk li ser nexşeyê![]() | |
| Koordînat: 40°25′44″Bk 29°43′10″Rh / 40.42889°Bk 29.71944°Rh | |
| Dewlet | Tirkiye, Împeratoriya Îznîkê |
| Li beşa îdarî | |
| Paytexta | |
| Qada rûerdê | |
| • Giştî | 753 km2 (291 sq mi) |
| Nifûs | 44.236 (2022) |
| Dem |
|
| Koda postayê | |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
İznik (bi yewnaniya kevn: Νίκαια, lat. Níkaia; bi latînî: Nicaea) navçeyake bajarê Bursa, Tirkiye, ye. Ew li beravên Gola Îznik 86 km dûra Bursa ye. Gorî sala 2000 li wê navçeyê 20200 kes dijî ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îznîk di dîrok de bajarekî gelek gerîng bû. Ew bi destên generalekî Îskenderê Mezin Antigonos I wek bi yewnaniya kevn: Ἀντιγονεία, lat. Antigoneia hat saz kirin. Li dor 301 b.z de ew bi destên Lysimachos, yek generalekî ji Îskender şunda, şunda hat saz kirin û wî navê jina xwe Nikaia lê kir.
Li Nikaia îroj Konsulên xiristîyaniyên pêşin kom bû bûn. Di 325an de Konsula Nîkaia yê Yekem û di 787an de jî Konsula Nîkaia yê Duyem hat kirin.
Nikaia di 1080an de i destên Selçuqan hat dagir kirin. Lê di Sefera Xaçiyayê Yekem de bi alikariya Xaçiyan dîsa derbaza kergarîyayê Bîzansê bû. Paş di 1204an de Konstantinopolis di Sefera xaçperestan a çarem de bi destên xaçiyan hat dagir kirin re, împeratorê Bîzansê Theodoros I Laskaris reviya Nikaia bû. Heta Bîzansan Konstantinopolis di 1261an de şunda dagir kirin Împeratoriya Îznîkê wek dewleta dewama Bîzans bû. 1331an de bajar bi destên Osmanan ket û demakê bû paytexta Osmanan.
Girêdanên Web
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
