Bursa

Bursa
Bursa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bursa
Bursa (Tirkiye)
Kargêrî
Dûgel Tirkiye
Herêm Marmara
Demografî
Gelhe 3,056,120 (2019)
Erdnîgarî
Rûerd 10,882 km²
Bilindayî 155
Koordînat 40°11′29″Bk 29°04′50″Rh / 40.1913°Bk 29.0805°Rh / 40.1913; 29.0805
Dem (UTC) UTC+03.00 (UDAZD)
Agahiyên din
Koda postayê 16xxx
Koda telefonê 224
Malper http://bursa.bel.tr/

Bursa yek ji bajar û parêzgehên komara Tirkiyê ye. Rûerda parezgehê 11.087 km² ye û hejmara gelheyê 3,056,120 (2019) kes e.

Bursa, çaremîn mezintirîn bajarên Tirkiyê ye û li bajarê popûlasyona Kurda geleke. Pirraniya Kurdan di salên 90´î de ji aliyê artêşa Tirk ve hatine koçberkirin. Navê bajêr ê orgînal Prûsa ye û bi zimanê Grekî ye. Bursa di perê Derya Marmarayê de ye.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî daneyên sala 2019an hêjmara gelhe ya bajarê 3 milyon 056 hezar 120 kes e.

Di salên 90î de jiber zextê dewleta tirk ji herêma serhedê hêjmareke girîng Kurd koçê vê bajarê bûne. Li navçeyê Osmangazi ya navenda bajarê hêjmarek girîng popûlasyona Kurd livir bicîh bûne.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bursa, bajareke Herêma Marmara ye û li başûrê Deryaya Marmarayê cîh digire. Li bakûr Deryaya Marmara û Yalova, bakûrêrojava Çiyayê Uludağ, Kocaeli û Sakarya, li rojhilat Bilecik cih digire.

Navbera bajarê Bursa û çar bajarê herî mezin ev in.

  • Bursa-Stembol: 155 Km
  • Bursa-Enqere: 387 Km
  • Bursa-Îzmîr: 591 Km
  • Bursa-Antalya: 479 Km

Navçeyên Bursa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]