Sefera xaçperestan a çarem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ketinê Xaçiyanê Konstantinopolis (Eugène Delacroix, 1840)

Seferên xaçperestan ya çarem, navbera 1202an û 1204an de ji aliyê Dêra katolîk, Fransaya wê demê û Venedîk ve hatîbû der xistin. Ew ji armanca Misirê ji destên Dewleta Eyûbiyan bistînin hatîbû sazkirin, lê ew çerxa ser Konstantinopolis, paytexta Romê di serdema Bîzansî de, bû û bi dagirkirina wir re bidawî bû. Bajar berê çu carî ji hêla artêşa ne-Romê ve nehatibû dagir kirin. Xaçperestan di Talankirina Konstantinopolisê (en; tr) de gelek zirar gihandin bajêr.

Sedem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Paş Seferên xaçperestan ya sêyem bê serkeftî bû re dijwarên ewropa ji bo der xistinê sefereke dinê Orşelîm ji misilmanan bistînin re fersend çav dikir. Di wê demê de Eyûban li Misir û Sûrî, derve çend bajarên dest Dewletên Xaçiya de, bi tunî serwerî dajotin.

Li Konstantinopolisê di 1195an de împeratorê Romê Isaakios II Angelos (en; tr) bi derbe kirina birayî xwe Aleksios III Angelos (en; tr) ji textê bû. Ji pê vê bûyerê Aleksios III derbaza textê bû re li împeratoriyê şûn bi şûn wek Ermenîstan, Trebzon û hin derên din serîhildan der ketin.

Sefer[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di tebaxa 1198an de papa Innocentius III (en) ji bo seferake dinê xaçî daxwazina xwe da. Bonifacio del Monferrato (it; en) keyê Fransa ji bo seferake re ji Venedîk û Genova (it; en) yan re Venedîkan re dawet şand. Venedîkan bi 33.500 leşker ve der ketina seferê pejirand. Di 1201an de leşkerên bi gelemperî ji Fransa û Venedîkan de pêk hatî bûn li Venedîkê kom bûn. Armanca wê sefereyê bingehî dagir kirina Orşelîm bû jî wan dagir kirina Misir jî armanc dikir.

Venedîkan pereyên, 83.000 zîv, ji bo derketine sefera hatî bû peyv danî ji xaçiyan xwastin. Lê ancax 51.000 zîv hat dana wan. Ji wê sedemê wan dest bi artêş gorî kêfî xwe bikaranîne kirin. Wan artêş çerxa ser bajarê îroj li xirvatistanê zara kirin û ew ji pê dorpêç kirinake du heftan re di 1202an de dagir kirin.

Di wê demê de xaçiyan lawê Isaakios II, yê di 1195an de ji textê bîzans hatî bû kirin, Aleksios IV Angelos (en; tr) ve hevdîtin. Aleksios IV xwe wek pêmavane himiyê textê didît û ji bo derbaza textê be ji xaçiyan alikarî xwest. Gorî peymanê ger ku Konstantinopolis werê dagir kirin, Aleksios IV dikir 200.000 zîv pere bi xaçiyan de û ji bo dagir kirina Orşelîm 10.000 leşkeran salekî din re amade bikirî bû ye. Ji xaçiyan hin kesan ew pêşniyariya vegerand jî bi gelemperî hat pejirandin.

Kênge nûçeyê wê planê çû papa wî cenga navbera xiristiyanan de qedexe kir û ji bo Venedîkan ramana dagir kirina Zara da bû ewna afaroz kirin. Lê ewna dîsa bi armanca dagir kirinê çerxe ser Konstantinopolis bûn. Wan ji pê êrîşên di derya re di 17 hezîranê 1203an de bajar dagir kir. Aleksios III, împeratorî wê demê li textê bû, bi gelek gencîne(xazîne) revî Trakya ye. Isaakios II, yê Aleksios III ji textê danî bû û çaven wî kûr kirî bûn, şunda derbaza textê bû. Di 1ê tebaxê de jî wî lawê xwe Aleksios IV, ye bi xaçiyan ve peyman kirî bû, wek împeratorê pardar da zanîn.

Xaçiyan ji bo Aleksios IV sozê xwe pêk bîne û ji pê re jî hene armanca xweya bingehî Orşelîm dagir bikin, li Konstantinopolis man. Lê her rojake soz dihat paşxistin bê aramî nav xaçiyan û venedîkiyan de pir di bû. Li bajarê şun bi şun bêaramiyan û ceng dewam dikirin. Di kanûna paşînê 1204an de Aleksios V Doukas (en; tr) serîhilda û xwe wek împerator da zanîn û pêşewarê xwe Aleksios IV da kuştin. Ji pê vê bûyerê re di adarê 1204an de Xaçiyan navbera hev de ji par ve kirina împeratoriya Bîzans peymanek kirin. Gorî wê peymanê pê dagir kirina împeratoriyê re dikir ku Venedîkan çaran sêyê împeratorî xaçiyan jî çaran yeka împeratorî bistînin. Dîsa gorî wê peymanê împeratorê împeratorîye dikir ku ji aliya her şeş kesên venedîkan û Frankan werê hilbijartin. împeratorê ji pê wî re jî dikir ew aliyê dinê cara pêşin împeratorî nakirî de were hilbijartin.

Xaçiyan di 9ê nîsanê carekî din êrîşa paytexta împeratoriyê kir. Paş gelek ceng û êrîşan re wan di 12ê nîsanê de bajar dest xwe xist û Aleksios V da kuştin. Paş wan bajar vekir re sê rojan bajar bi tunî talan kir. Gelek dimatiyên bajarê hat kuştin, mozaîk û avahiyên li bajar bi sedsalan hat xirab kirin. Gelek şiwînên dîrokî hat revandina Venedîk e.

Dawî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji pê seferê re Împeratoriya Latinî (en; tr) hat saz kirin. Tesalonîkî (Selanik), Makedonya bi gelemperî bin kergara Konstantinopolis de ma. Gîrît, hin xakên nîvgirava Peloponnêsos Koron (el; en) û Monemvasia (el; en) derbaza Venedîkan bû.

Li Anatoliya jî împeratoriya Trebzon, Împeratoriya Îznîkê (en; tr) hat sazandin. Rûm ancax di 1261an de Konstantinopolis şunda dagir kir û împeratorî Latinî şunda ra kir.