Ûrartû
|
Ûrartû
|
|||||
|
860 b.z. – 547/590 b.z. | |||||
Nexşeya berfirehiya axa Ûrartûyê di bin desthilatdariya Sardûrî II (743 b.z.) | |||||
| Agahiyên gelemperî | |||||
| Paytext | Tûşpa | ||||
| Ziman | Zimanê ûrartî | ||||
| Dîn | Dînê ûrartû | ||||
| Awayê rêveberiyê | Monarşî | ||||
| Rêveberî | |||||
| Padîşah | |||||
| • ~ 858–844 b.z. | Aramû (rêveberê pêşîn) | ||||
| • ~ 590–585 b.z. | Rûsa IV (rêveberê dawî) | ||||
| |||||
Ûrartû padîşahî û dewleteke serdema hesinî ya Kurdistanê bû ku navenda dewletê di navbera gola Wanê, gola Ûrmiyê û gola Sevanê de bû. Erdê padîşahiya Ûrartûyê li ser beşekê berfireh ê Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê bû û hinek beşên Ermenistanê, herêmên başûr ên Gurcistanê û herêmên rojavayê Azerbaycanê girtiye nav xwe.[1] Padîşahên dewletê nivîsên mîxî bi zimanê ûrartuyî ku endamek malbata zimanên hurro-ûrartuyî ye, li pey xwe hiştine.[1]
Padîşahiya Ûrartû di nîvê sedsala 9ê a b.z. de derketiye holê û di sedsalên 8 û 7ê b.z. de li ser herêmeke berfirehê Kurdistanê serdest bûye. Padîşahiyan wekê medan yek ji wan dewletan bû ku gelek caran bi asûriyan re di nav şer de bûn û di serdema xwe de bûne dewleta herî bihêz a li ser axa Kurdistanê. Padîşahiya Ûrartû ji ber pevçûnên berdewam lawaz bibû û di dawiyê de ji aliyê Împeratoriya Medan ve di destpêka sedsala 6ê b.z. de hatiye fethkirin û bi vê awayê rêveberiya padîşahiyê hatiye bidawîkirin.[2][3] Lê gorî hinek çavkaniyan dibe ku padîşahî di serdema medan de hê li ser piyan bûye û padîşahî di nîvê sedsala 6ê b.z. de ji aliyê Kûrûşê Mezin hatiye hilweşandin.[2][3] Ûrartî ji aliyê arkeolojîk ve, bi kelehên xwe yên mezin û karên metal ên sofîstîke hatine naskirin.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Nivîsên asûrî yên Şalmanesêr I (nêzîkî 1274ê b.z.) cara yekem behsa ûruatriyan wekê yek ji dewletên Nairiyê kirine ku konfederasyoneke sist ji padîşahiyên biçûk û dewletên eşîrî li herêmên jorîn ên Kurdistanê kirine ku ji sedsala 13an heta sedsala 11hên b.z. de wî axa wan dagir kiriye. Ûrartî ji destpêkê ve bi xwe li herêma derdora gola Wanê bûn. Dewletên naîrî gelek caran rastî êrîşên din ên rêveberiyên asûriya navîn û asûriya nû hatine. Ev êrîş nemaze di dema serweriya padîşahên ssûrî yên wekê Tukulti-Ninurta I (nêz. 1240 b.z.), Tiglath-Pileser I (nêz. 1100 b.z.) û Ashur-bel-kala (nêz. 1100 b.z.), Adad-nirari II (nêz. 900 b.z.), Tukulti-Ninurta II (nêz. 890 b.z.) û Ashurnasirpal II (nêz. 883–859 b.z.) pêk hatine.
Padişahiya Ûrartûyê di sedsala 9ê b.z. de di nivîsên bi zimanê asûrî de wekê dijbereke bakur ê bihêz ê împeratoriya neoasûrî ji nû ve derketiye holê. Dewlet û eşîrên naîriyê di bin serweriya qiral Arame yê Ûrartûyê (nêz. 860–843 b.z.) de bûn padîşahiyeke yekgirtî bû ku paytextên padişahiyê pêşî li Sûgûnyayê bû û piştre paytexta padişahiya derbasê bajarê Arzaşkûnê bûye ku di dema serweriya padişahiyê neo-asûrî Şalmaneserê sêyem de ji aliyê asûriyan ve hatibû dagirkirin.
Ûrartolog Paul Zimansky texmîn kiriye ku ûrartuyî, an jî qet nebe malbata wan a piştî Aramû, dibe ku ji paytexta xwe ya dînî Mûsasir ber bi bakurê rojavayê herêma gola Wanê ve koç kirine.[4] Li gorî Zimansky, çîna serwer a ûrartûyan kêm bû û li ser nifûseke etnîkî, çandî û zimanî ya cihêreng hikûm kirine. Zimansky heta wê astê çûye ku pêşniyar kiriye ku padîşahên Ûrartuyê dibe ku ji paşxaneyên etnîkî yên cûrbecûr bin.[5]
Berfirehbûna Ûrartûyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Asûrî di nîvê yekem ê sedsala 9ê b.z. de bi dehsalan ketiye nav serdemeke bêçalakbûneke demkî ku ev yek bûye sedem ku Ûrartû ber bi rojava ve berfireh bibe. Bi vê berfireh bûne re di sedsala 9ê b.z.de Ûrartû demek kurt bûye yek ji mezintirîn û bihêztirîn dewletên Kurdistan a kevnare.[5]
Sardûrî I (nêz. 832–820 b.z.), kurê Lûtîprî, xanedaniyek nû ava kiriye û bi serkevtî li hember êrîşên asûriyên ji başûr ve bi serokatiya Şalmaneser III li ber xwe daye ku hêza leşkerî ya dewletê xurt kiriye û paytexta Ûrartûyp veguhezandiye Tûşpayê (Wan a îro ya Bakurê Kurdistanê li peravê gola Wanê). Kurê wî, Îspuînî (nêz. 820–800 b.z.) dewleta cîran Mûsasîr ku bibû navendeke dînî ya girîng a padîşahiya Ûrartûyan, dagir kiriye û di heman demê de rîtûela Xaldî aniye vê bajarê.[5]
Ispuini yekem padîşahê Ûrartû bû ku bi zimanê ûrartî nivîsandiye (padîşahên berê tomarên bi zimanê akadî hiştine). Wî kurê xwe Sarduri II wekê cîgirê padîşah erkdar kiriye. Piştî dagirkirina Musasir, Ispuini rastî êrîşa qiralê asûrî Shamshi-Adad V hatiye. Hev-serwer û cîgirê wî yê paşê, Menua (nêz. 800–785 b.z.) axa padîşahiyê gelek berfireh kiriye û li ser qadeke fireh nivîsarên di derbarê Ûrartûyan de hiştiye. Di dema serweriya hevbeş a Ispuini û Menua de, wan li cihê Naîrîyê axa xwe wekê Biyanîlî binav kiriye.[5]
Ûrartû di bin serweriya kurê Menua, Argişti I (nêz. 785–760 b.z.) de gihîştiye bilindeya hêza xwe ya leşkerî û bûye yek ji padişahiyên herî bihêz ên Kurdistan a kevnar.[5] Argîştî I li ser çemê Erezê û gola Sevanê deverên zêdetir zêde kiriye û seferên Şalmaneserê IV ên li dijî Ûrartûyê têk biriye. Di heman demê de Argîştî çend bajarên nû ava kiriye ku di nav van bajaran de bajarê herî girîng keleha Erebûnî bû ku di sala 782ê b.z. de ava kiriye. Her wiha 6.600 dîlên şer ên ji Hattî û Sûpanî li bajarê nû hatine bicihkirin.[6]
Padîşahiya Ûrartuyê di serdema xwe yê herî berfireh de ber bi bakur ve ji çemê Erezê û gola Sevan a li Ermenistan a îro û heya beşa başûrê Gurcistan a îro ku hema hema heta peravên Deryaya Reş çûye berfireh bûye. Li aliyê rojava heya çemê Firatê û li aliyê rojhilat jî heya Tewrîza îro, gola Ûrmiyê û wêdetir berfireh bûye û li aliyê başûr jî heya çemê Dîcleyê, li herêmeke berfireh serwerî kiriye.
Tîglatpîleserê III yê asûrî di sala yekem a serweriya xwe de (745 b.z.) Sardûriyê II yê Ûrartuyê têk biriye. Li wir asûriyan siwar û hespên ku ji bo siwarbûnê hatibûn kedî kirin dîtine ku li bakur bêhempa bûn. Berê ku asûriyan hespê siwarî bibînin wan hespan tenê ji bo erebeyên şer bikar anîbûn.[7]
Paşveçûyîna demkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 714ê b.z. de padîşahiya Ûrartuyê ji ber êrîşên kîmeriyan û seferên Sargon II gelek êş dikişine. Di êrîşên kîmeriyan de perestgeha sereke ya li Musasîr hatiye talankirin û padîşahê Ûrartûyê Rûsa I li gola Ûrmiyeyê ji aliyê Sargon II ve di şerekê giran de hatiye têkbirin. Demek piştê vê têkbirinê padîşahê Ûrartûyê Rûsa I vê têkbirinê qebûl nake û ji ber vê yekê xwe dikûje.[8]
Kurê Rûsa, Argîştî II (714–685 b.z.) pozîsyona Ûrartûyê li dijî kîmeriyan vegerandiye lê belê ji ber gefên asûriyan û di sala 705ê b.z. de bi padîşahê nû yê asûrî Senaherîb peymana aştiyê çêkiriye. Ev yek di encamê de bûye sedem ku Ûrartû ku bikeve serdemeke dirêj a pêşketin û aramiyê ku pêşveçûna padîşahiyê di heyameke di serdema kurê Argîştî, Rûsa II (685–645 b.z.) de berdewam kiriye.
Piştê demek Rûsa II, Ûrartû di bin êrîşên berdewam ên dagirkerên kîmmerî û skîtan de qels bûye. Di encamê de, ew bi asûryayê ve girêdayî bûn ku kurê Rûsa II, Sardurî III (645–635 b.z.), ji ber pêwendiyên baş ên bi asûran re padîşahê asûrî wekê asûrbanîpal binav kiriye ku ji xwe re wekê "bav" xwe dîtiye.[9][10]
Hilweşîna Ûrartûyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî epîgrafiya ûrartûyî, piştê Sardûrî III du padîşahên bi navê Rûsa III (620-609 b.z.) û kurê wî Rûsa IV (609-590 an 585 b.z.) hatine. Hatiye texmîn kirin ku bavê Rûsa III dibe ku ew jî padîşah be û dibe ku ji sala 635 heta 620ê b.z. hikuîûm kiribe lê di derbarê wî de kêm tişt têne zanîn. Dibe ku Rûsa III xanedaniyeke nû ava kiriye û bavê wî nebûye padîşah.[11][12]
Di dawiya sedsala 7ê berî zayînê de (di dema serwerî an piştî serweriya Sardûri III de), axa Ûrartûyê derbasê destê skîtan û hevalbendên wanê medan. Piştê ku Asûriya ji ber şerê navxweyî bi awayekî bêveger qels bibû di sala 612 ê berî zayînê de ji aliyê padîşahê Împeratoriya Med Kiyaksaresê Mezin ligel Nabopolasarê Babîlê û skîtan, hatiye fetih kirin. Di dema xwe yê bi hêz de asûriyan bi caran axa medan û Ûrartûyan dagir kiribû. Piştre di sala 590 berî zayînê de medan paytexta ûrartûyan, Wanê desteser kirine û bi vî awayî dawî li serweriya Ûrartûyê anîne.[13] Lêbelê hinek dîroknas bawer dikin ku Ûrartû di dema medan de jî li ser pêyan bûne û heta nîvê sedsala 6ê berî zayînê mane û di dawiyê de ji aliyê Kûruşê Mezin ve hatiye hilweşandin.[13]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ûrartû ji rûbereke bi qasê 520.000 km² pêk dihat ku ji Firatê li rojava heta gola Ûrmiyê li rojhilat û ji çiyayên Qefqasan li başûr heta çiyayên Zagrosê berfireh bûye.[1] Bi taybetî Ûrartû herêmek bû ku rasterast bi zincîreyên çiyayî yên Pontusên rojhilat li bakur, Qefqasyaya Biçûk li bakurê rojhilat û çiyayên Torosên li başûr dorpêçkirî bû.[14]
Di serdema xwe yê herî berfireh de Ûrartû ji sinorên bakurê Mezopotamyayê heta başûrê Qefqasyayê dirêj dibû ku hinek deverên Bakurê Kurdistanê, Nexçîvan, Ermenistan û başûrê Gurcistanê (heta çemê Kura) di nav de bûn.[15] Di heman demê de çiyayên Torosê di li dijî gefên ji aliyê başûr ve, bi taybetî ji bo gefên asûriyan, wekê astengiyeke xwezayî rê li ber êrîşên li ser Ûrartûyê girtiye.[16] Qadên arkeolojîk ên di nav sinorên Ûrartûyê de Girê Zêrîn, çiyayê Qilabanî, navçeyê Panosê û keleha Aspeşînê hene. Kelehên Ûrartûyan keleha Erebûnî (Êrîvana îro), keleha Wanê, Argiştihînî, Anzaf, keleha Aspeşînê û navçeya Elbakê û her weha Teîşebayînî (Karmir Blur, Girê Sor) û cihên din di nav xwe de digirt.
Keleha Newalakevirîn yek ji navendên girîng e ku padîşahiya Ûrartûyan li vir herêmên derdorên ji gola Wanê ber bi rojava ve kontrol bike.[17]
Lêkolînên arkeolojîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsarên Ûrartûyê li keleha Kepenekê, ku li ser girekî nêzîkî navenda Mûşê ye ku li gûndê Tirmêtê ye hatine dîtin.[18] Bi îlhama nivîsên dîroknasê ermenî yê serdema navîn Movses Xorenatsî (ku berhemên ûrartûyî li Wanê rave kiribû û wan bi Ara yê Xweşik û Şahbanû Semîramîs ê efsanewî ve girêdabû), zanyarê fransî Antoine-Jean Saint-Martin pêşniyar kiriye ku hikûmeta wî di sala 1827an de Friedrich Eduard Schulz ku profesorekî alman bû li ser navê civaka rojhilatî ya fransî bişîne Bakurê Kurdistanê. Schulz gelek nivîsên mîxî keşf kirin û kopî kirin, qismek bi zimanê asûrî û qismek jî bi zimanekî ku heta niha nehatiye naskirin. Schulz her wiha kevira Kelişînê keşf kiriye ku nivîsarek duzimanî ya asûrî-ûrartûyî li ser heye, li ser rêya Kelaşîn a li ser sinorê başûr û rojhilata Kurdistanê ye. Kurteyek ji lêkolînên wî yên destpêkê di sala 1828an de hatiye weşandin. Schulz û çar karkerên wî di sala 1829an de li nêzîkî Elbakê di encama êrîşên ji aliyê qaçaxên kurd ve jiyana xwe jidest dane. Nîşeyên wî paşê hatine dîtin û di sala 1840an de li Parîsê hatine weşandin. Di sala 1828an de asûrnasê brîtanî Henry Creswicke Rawlinson hewl da ku nivîsara li ser kevirê Kelaşînê kopî bike lê ji ber qeşaya li ser rûyê pêşîn ê kevirê bi ser neketiye.
Di dawiya salên 1840î de, Sir Austen Henry Layard gorên kevirî yên ûrartûyî ya li keleha Wanê, tevî odeya Argîştî lêkolîn kiriye û wesifandiye. Ji salên 1870î vir ve bermahiyên xirabeyên keleha Qilbaniyê hatiye talankirina berhemên ku li kelehê hatiye dîtin hatine firotin. Di salên 1880î de li keleha Qilbaniyê kolandineke bê encam hatiye kirin ku ji aliyê Hormuzd Rassam ve li ser navê Muzexaneya Brîtanî hatiye organîzekirin. Lê di vê kolandinê de ti tişteke bi rêkûpêk nehatiye belgekirin.
Berhevkirina sîstematîk a yekem a nivîsên ûrartûyî û bi vî awayî destpêka ûrartolojiyê wekê qadek taybetî, vedigere salên 1870an ku bi kampanyaya Sir Archibald Henry Sayce hatiye despêkirin. Endezyarê alman Karl Sester ku keşifkarê çiyayê Nemrûdê bû di salên 1890 û 1891ê de zêdetir nivîs berhev kiriye. Waldemar Belck di sala 1891ê de serdana herêmê kiriye û kevirê Rûsayê keşf kiriye. Sefereke din a ku ji bo sala 1893an hatibû plankirin, ji ber nakokiyên Tirkiye û Ermenistanê hatiye astengkirin. Belck ligel Lehmann-Haupt di salên 1898/9an de careke din serdana herêmê kirine û li keleha Qilbaniyê dest bi kolandinê kirine. Di vê seferê de, Belck gihîştiye kevirê Kelişîn lê rastê êrîşan kurdên herêmê hatiye.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de, herêma gola Wanê ji bo demek kurt ketiye bin kontrola Rûsyayê. Di sala 1916an de, zanyarên rûsî Nikolay Yakovlevîç Marr û Iosif Abgarovich Orbeli, dema ku li keleha Wanê dest bi kolandinan kirine, kevireke çarrûyî dîtine ku nivîsên salaneyên Sardûri II hildigirt. Di sala 1939an de Boris Piotrovsky li Karmîr Blûr dest bi kolandinê kiriye û Teišebai, bajarê xwedayê şer Teišeba, keşf kiriye. Kolandinên zanyarên amerîkî Kirsopp û Silva Lake di salên 1938 û 1940an de ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem hatine rawestandin û piraniya dîtin û tomarên wan ên li qadê di dema keştiya binavî ya alman SS Athenia av hildide, şil dibin û winda dibin. Belgeyên wan ên mayî di sala 1977an de ji aliyê Manfred Korfmann ve hatine weşandin.
Piştî şer qonaxeke nû ya kolandinan dest pê kiriye lê ev kolandin di destpêkê de tenê li Ermenistana Sovyetê dihatin kirin. Keleha Karmîr Blûr ku dîroka wê ji serdema Rûsa II ye, ji aliyê tîmeke bi serokatiya Boris Piotrovsky ve hatiye kolandin û cara yekem lêkolîneran cihekî ûrartuyî yên vedîtinên xwe bi awayekê sîstematîk weşandine. Di sala 1956an vir ve, Charles A. Burney gelek deverên ûrartûyî li herêma gola Wanê dîtîye û nexşe kiriye û ji sala 1959an vir ve jî ekspedîteyeke ji Tirkiyeyê di bin serokatiya Tahsîn Özgüç de li Girêzêrînê û li Arif Erzenê dest bi kolandinê kiribû.
Di dawiya salên 1960î de li Rojhilata Kurdistanê cihên ûrartûyan hatine kolandin. Di sala 1976an de, komeke îtalî bi serokatiya Mirjo Salvini de bi eskorteke leşkerî ya giran re, di dawiyê de gihîştiye kevirê Kelaşînê. Piştre Şerê Kendavê rê li ber lêkolînên arkeolojîk ên li van deveran girtiye. Oktay Belli kolandina şûnwarên Urartuyê li ser axa Bakurê Kurdistanê ji nû ve daye destpêkirin ku di sala 1989an de li keleha Ayanîsê ku keleheke ji sedsala 7ê berî zayînê ye ku ji aliyê Rûsasê Duyem ê Ûrartûyê ve hatiye çêkirin ku 35 km li bakurê Wanê ye hatiye keşifkirin. Tevî kolandinan ku ji 300 deverên Ûrartûyê yên ku li seranserê Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê) û li hinek deverên Ermenistanê têne zanîn, tenê ji deveran ji sêyan yek an nîvê van deverên arkeolojîk ji aliyê arkeologan ve hatine lêkolîn kirin. Bêyî parastinê, ji ber ku li xezîneyan û antîkên din ên firotanê digerin, gelek cih ji aliyê şêniyên herêmî ve hatine talan kirin.
Di 12ê mijdara 2017an de hatiye ragihandin ku arkeologên li Bakurê Kurdistanê di dema lêkolînên di bin avê de li dora gola Wanê kavilên keleheke Ûrartûyê keşf kirine ku dîroka kelehê ji sedsalên 8 an 7ê berî zayînê vedigere.[19]
Aborî û siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Pêkhateya aborî ya Ûrartûyê dişibe dewletên din ên cîhana kevnar ku bi di navbera aboriya Asûrya û Ûrartûyê de şibandinên wekê hev hebûn. Dewlet bi giranî girêdayî çandiniyê bû ku ev yek jî bi sîstema avdana navendî pêk dihat. Ev kar ji aliyê padîşahan ve dihatin birêvebirin û keda van karan kî ji aliyê şêniyên azad û dibe ku hinek caran jî ji aliyê koleyan ve û ji aliyê girtiyan ve hatine kirin. Parêzgarên padîşahan, mirovên bi bandor û dibe ku gelên azad jî xwedî erdên xwe yên çandinî yê bûn. Herêmên takekesî yên di nav dewletê de neçar bûn ku bacê bidin hikûmeta navendî ku navên xwe bi genim, hesp ga û hwd dane. Di dema aştiyê de dibe Ûrartû bi Asûryayê re bazirganiyeke çalak meşandine ku di navbera her du aliyan de bazirganiya dewar, hesp, hesin û şerab pêk hatiye.[20]
Çandinî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî daneyên arkeolojîk çandiniya li ser axa Ûrartûyê ji serdema Neolîtîkê destpêkiriye û heta hezarsala 3em a b.z. pêşketiye. Di serdema ûrartûyan de çandinî bi awayekê baş pêşketiye û bi rêbazên çandiniya asûrî yên şêwaza çandî û rêbazên hilberandinê de ji nêz ve girêdayî ye.[21] Çavkaniyên ku ji nivîsên mîxî hatine wergirtin, li Ûrartûyê genim, ceh, garis, nok û genimê bahare û baxçe û rez hatine çandin. Gelek herêmên dewleta Ûrartûyê hewceyê sîstema avdana çêkirî bûn ku ev yek di serdema zêrîn a dewletê de ji aliyê hikûmdarên Ûrartûyê ve bi awayekê serketî hatine organîzekirin. Li çend herêman qenalên avdanê yên kevnar mane ku ji aliyê Ûrartûyê ve, bi taybetî di serdema Argîştî I û Menua de hatine çêkirin ku hinek ji wan hê jî ji bo avdanê têne bikar anîn.[20]
Huner û mîmarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Ûrartûyê gelek bermahiyên mîmariya kevirî ya zexm hebûn û her weha hinek kerpîçên heriyê, nemaze kerpîçên ku şewitandinê hatine zexm kirin hebûn. Bermahiyên kevirî bi piranî keleh û dîwar bûn ku bi perestgeh û kumbet û gelek gor hebûn di kevirên zinarî de hatine kolandin. Ev stîl ku bi guhertoyên herêmî pêşxistiye, karektereke cihêreng nîşan dide ku bi qismî ji ber bikaranîna zêdetir ê kevirî yên li gorî çandên cîran e. Perestgehên tîpîk a Ûrartûyê çargoşe ne ku bi dîwarên kevirî bi qasî qada hundirîn a vekirî stûr bûn lê ji bo beşa jorîn kerpîçên heriyê hatibûn bikaranîn.[22]
Hunera Ûrartûyê bi taybetî ji bo kelûpelên bronz ên xebata hûnerî hatiye zanîn ku di nav de peyker, çek, sîtilên mezin ên ku ji bo qurbanan dihatin bikar anîn, alavên mobîlya û qask hebûn. Her wiha bermahiyên alavên ji hestiyan, fresko, mohrên silindirî û seramîk hebûn. Bi gelemperî şêwaza van huneran tevlîheviyeke sofîstîke ye ku kêmasî jî be di bin bandora çandên cîran de maye. Lêkolînên arkeolojîk mînakên kêm ên alavên ji metalên hêja derxistiye holê ku asûriyan di sala 714 b.z. de bi mêjerên zêde ji Mûsasirê birine.[22]
Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di panteona ûrartûyan de tê dîtin ku ji tevlîheviyek cihêreng a xwedawendên hûrî, akadî û hîtîtan pêk hatiye.[23]
Ji destpêka serweriya Îşpuînî ve, panteona ûrartûyan ji aliyê sêgoşeyekê ve hate birêvebirin ku ji Haldî (xwedawendê herî bilind), Theîspas (Teîşeba, xwedawendê birûsk û bahoz û carinan jî şer) û Şîvînî (xwedawendê rojê) pêk hatiye. Di heman demê padîşahê Ûrartû melayê sereke an nûnerê Xaldî bûn. Hinek perestgehên Haldî beşek ji kompleksa qesra padîşahî bûn û hinek din jî avahiyên serbixwe bûn.
Bi berfirehbûna axa Ûrartûyê re, gelek xwedawendê ku ji aliyê gelên xwemalî ve dihatin hebandin, wekê rêyek ji bo piştrastkirina desteserkirina herêman û pêşvebirina aramiya siyasî, tevlê panteona Ûrartûyê dikirin. Hinek xweda û xwedawendên sereke yên panteona Ûrartûyê ev in:[23]
- Haldî
- Tîspas
- Şîvînî (Sîuînî)
- Arûbanî (Bagvartî)
- Hûtûyînî
- Sebîtû
- Kûera
- Tûşpûeya
- Selardî an jî Melardî
- Baba
- Artuʾarasau
Haldî ne xwedayekî ûrartuyî yê xwemalî bû lê diyar e xwedayekî nepenî yê akadî bû (ku cihê perestgeha sereke ya perestina Haldî li Mîsasîr rave dike ku tê bawerkirin ku nêzîkî Rewandiza îro ya Başûrê Kurdistanê ye).[24] Di destpêkê de, ûrartuyan Haldî wekê xwedayê xwe yê sereke nedihebandin. Xuya ye ku rîtûela wî heta serdema Îşpûyînî nehatiye nas kirin.[24]
Theispas guhertoyek xwedayê hûrî ya Teşûb bû.[25]
Li gorî Diakonoff û Vyacheslav Ivanov, Şivînî (bi îhtimaleke mezin wekê Şiwinî an Siwinî tê bilêvkirin) hatiye texmîn kirin ku ji hîtîtan hatiye deynkirin.
Li ser Deriyê Mehrê (Mehri-Dur) ku li ser bajarê Wanê yê îro dinêre, nivîsek bi tevahî 79 xwedawendan lîste dike û celebê qurbanê ku divê ji her yekê re were kirin destnîşan dike ku di nav qurbanan de bizin, pez, dewar û heywanên din wekî qurbanî hatine pêşkêş kirin.[23]
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Zimanê ûrartû zimaneke ji malaba hurî-ûrartûyî bû ku li seranserê padîşahiya Ûrartûyê hatiye axavtin ku di navbera sedsalên 9 û 7ê berî zayînê de ji aliyê ûrartûyan ve hatiye bikaranîn.[26][27] Têkiliya genetîkî ya di navbera zimanên hûrî û ûrartuyî de bi nivîsandina mîxî hatine tesbîtkirin. Lêbelê girêdanên berfirehtir ên hûrî-ûrartuyî bi malbatên zimanên din re heya roja îro bi nakok maye.
Zimanê ûrartû
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]"Ûrartî" navê nûjen ê zimanê mirî ya zimanê ûrartûyan ev ku di nivîsên mîxî yên dewleta Ûrartûyê hatiye bikar anîn. Di roja îro de tenê xizmê zimanê ûrartû ya naskirî zimanê hûrrî ye ku her du ziman bi hev re malbata zimanên Hûrî-Ûrartî pêk anîne. Navên din ên ku ji bo ziman têne bikar anîn "Xaldî" ("Ḫaldî"), an "neo-hûrî" ne.[23]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d The Oxford Encyclopedia of Archaeology in the Near East. Oxford University Press. 1 kanûna paşîn 1997. doi:10.1093/acref/9780195065121.001.0001. ISBN 978-0-19-506512-1.
- ^ a b Jacobson, Esther (1995). The Art of the Scythians: The Interpenetration of Cultures at the Edge of the Hellenic World (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-09856-5.
- ^ a b "Making sure you're not a bot!". journals.openedition.org. doi:10.4000/abstractairanica.39422. Roja gihiştinê 27 nîsan 2026.
- ^ Zimansky, Paul (11 çiriya pêşîn 2025). "Urartian and the Urartians". academia.edu.
- ^ a b c d e Smith, Adam T. (1 nîsan 1999). "Ancient Ararat: A Handbook of Urartian Studies. By Paul Zimansky". American Journal of Archaeology. 103 (2): 386–387. doi:10.2307/506781. ISSN 0002-9114.
- ^ Smith, Adam T. (7 çiriya pêşîn 2003). The Political Landscape: Constellations of Authority in Early Complex Polities (bi îngilîzî). University of California Press. ISBN 978-0-520-93699-7.
- ^ Singor, Henk (1 gulan 2010). "De Grieken en hun mythen - Robin Lane Fox, Travelling Heroes. Greeks and their myths in the epic age of Homer (Allen Lane; Londen 2008) 528 p., ill., krt., €32,- ISBN 9780713999808". Tijdschrift voor Geschiedenis. 123 (2): 279–280. doi:10.5117/tvgesch2010.2.b6. ISSN 0040-7518.
- ^ Ancient Iraq. Pelican Books (Çapa 2). Middlesex. 1980. ISBN 978-0-14-020828-3.
{{cite book}}: CS1 maint: location missing publisher (lînk) - ^ "Brāhmaṇical Privileges". The History of the Arthaśāstra: 243–244. 11 tîrmeh 2019. doi:10.1017/9781108641586.019.
- ^ Habl, Hamdy Said Habl (1 hezîran 2025). "تقييم وتطوير الاعتراف المحاسبي بمتغيرات بيئة الأعمال الرقمية: دراسة نظرية تحليلية". مجلة الشروق للعلوم التجارية. 17 (17): 65–106. doi:10.21608/sjcs.2024.273699.1070. ISSN 2682-356X.
- ^ Roaf, Michael (9 çiriya pêşîn 2025). "Thureau-Dangin, Lehmann-Haupt, Rusa Sardurihi and Rusa Erimenahi". academia.edu.
- ^ Roaf, Michael. "Could Rusa son of Erimena have been king of Urartu during Sargon's Eighth Campaign?,". academia.edu.
- ^ a b "Împaratoriya Medan". journals.openedition.org. doi:10.4000/abstractairanica.39422. Roja gihiştinê 28 nîsan 2026.
- ^ Radner, Karen; Moeller, Nadine; Potts, Daniel T., edîtor (2020). The Oxford history of the ancient Near East. Oxford History of the Ancient Near East. New York, NY: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-068785-4.
- ^ Dan, Roberto (6 kanûna pêşîn 2014). "Inside the Empire: Some Remarks on the Urartian and Achaemenid Presence in the Autonomous Republic of Nakhchivan". IRAN and the CAUCASUS. 18 (4): 327–344. doi:10.1163/1573384X-20140402. ISSN 1609-8498.
- ^ Radner, Karen; Moeller, Nadine; Potts, Daniel T. (2023). The Oxford history of the ancient Near East. New York, NY: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-068763-2.
- ^ "Ûrartû". www.urartians.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 7 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 nîsan 2026.
- ^ "Malpera Fermî ya Şaredariya Mûşê - Berhemên Dîrokî". www.mus.bel.tr. Roja gihiştinê 29 nîsan 2026.
- ^ Kurdistan24 (11 çiriya paşîn 2017). "Keleheke 3.000 salî ji serdema ûrartûyan di bin Gola Wanê de hate dîtin". Kurdistan24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ a b "Urartu | Ancient Country, Eurasia, History & Culture | Britannica". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 nîsan 2026.
- ^ Даниленко, Г. М. (28 adar 1997). "ПУТЬ В «ЦАРСТВО ПРАВА И СПРАВЕДЛИВОСТИ»". Moscow Journal of International Law (1): 82–90. doi:10.24833/0869-0049-1997-1-82-90. ISSN 2619-0893.
- ^ a b "C. A. Burney, "Urartian". Grove Art Online, Oxford Art Online. Oxford University Press, accessed December 30, 2012, online, subscription required". www.oxfordartonline.com. doi:10.1093/gao/9781884446054.article.T087277. Roja gihiştinê 29 nîsan 2026.
- ^ a b c d "Urartians". www.urartians.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 7 sibat 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 nîsan 2026.
- ^ a b Zimansky, Paul (1 kanûna paşîn 2012). "Imagining Haldi". Stories of Long Ago: Festschrift fur Michael Roaf.
- ^ "Teshub".
- ^ Wilhelm, Gernot (10 nîsan 2008). Urartian. Cambridge University Press. rr. 105–123. ISBN 978-0-521-68496-5.
- ^ Zimansky, Paul (1995). "Urartian Material Culture As State Assemblage: An Anomaly in the Archaeology of Empire". Bulletin of the American Schools of Oriental Research. 299–300: 103–115. doi:10.2307/1357348. ISSN 0003-097X.
