İsmail Beşikçi
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî (en) |
| Pîşe |

İsmail Beşikçi (jdb. 7ê kanûna paşîn a 1939 li İskilip, Çorim, Tirkiye) nivîskar û civaknasekî tirk e ku bi têkoşîna xwe yê ji bo mafê kurdan tê naskirin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]İsmail Beşikçi di sala 1939an de, li bajarê Çorumê, li qeza Îskîlîpê hatiye dinyayê. Di sala 1962a de li kolêja polîtik ya Zanîngeha Enqere xwendina xwe ya zanistiya polîtîk qedandiye û di sala 1964an de li Erziromê, li Zanîngeha Atatürkê wek asîstan dest bi kar kiriye. Beşikci ji aliyê doçentekî bi navê Orhan Türkdoğan ji heman fakulteyê bi hinceta ku propagandaya marksîzmê û herêmiyê (yanî kurdîtiyê) kiriye hatibû gilîkirin. Di sala 1967an da tevli Xwepêşandanên Rojhilat (bi tirkî: Doğu Mitingleri) dibe û piştre li ser van xwepêşandanan lêkolînek da destpêkirin ku vê lêkolîna xwe di bin navê Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller ku tê wateya "Dezgeha Rojhilata Anatolyayê, Sosyo-Aborî û bingeha etnîk kiriye û pirtûka xwe li ser vê lêkolîna di sala 1969an de çap kiriye. Di sala 1969an de, ji ber çapkirina vê pirtûkê ji zanîngehê hatiye avêtin. Ji ber pirtûk û dîtinên xwe yên li ser kurdan, piştî darbeya 12ê adara 1971a li dijî Beşîkçî doz hatiye wekirin û piştre jî hatiye girtin ku ji sê salan zêdetir di girtîgehê de dimîne. Di sala 1979an de, ji ber pirtûk û dîtinên xwe, carek din dîsa hatiye girtin. Beşîkçî di navbera salên 1981 – 1987an de şeş salan di girtîgehê de dimîne. Piştî ku tê berdan dîsa dest bi xebatên xwe yên di derbarê ser kurdan de berdewam dike.
Xebatên kurdolojiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]İsmail Beşikçi bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser kurdan tê nasîn. Bi van nîvîs û lekolînên xwe yên ku bi rêya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî hatine weşandin, wi bandorek mezin li ser tevgera kurdî jî kir. Ji ber van xebatên xwe bi giştî 16 sala di zîndanê de ma. Hemû li ser hev 100 sal cezayê zîndanê û 10 milyon TL ceza lê hatiye birrîn. Bêşîkçî di sala 1999a de bi guhertina hinek qanûnên tirkan û efûyek giştî serbest hate berdan û niha bêyî ku zêde deng jê bê jina xwe didomînê. Ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexe kirin.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Teza dîroka tirkan, teorîya Roj-Ziman û kêşeya kurd, 2025, Stembol: İsmail Beşikci Vakfı. Wergera ji tirkî: Fahriye Adsay.
- Zanist, îdeolojîya fermî, dewlet - demokrasî û kêşeya kurd, 2025, Stembol: İsmail Beşikci Vakfı. Wergera ji tirkî: Fahriye Adsay.
Bi tirkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Doğu Mitinglerinin Analizi (Analîza xwepêşandanên rojhilatê), 1967
- Doğu Anadolu da Göçebe kürt Aşiretlerinde Toplumsal Değişime (Guhertina civakî di eşîrên Kurd ên li rojhilata Anatoliyayê), 1968
- Doğuda Değişim ve Yapısal Sorunlar (Li rojhilatê guhertin û kêşeyên strûktûral), 1969
- Doğu Anadolu nun Düzeni, Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller (Sazûmaniya rojhilata Anatoliyayê, bingehên sosyo-ekonomîk û etnîk), 1969 çapa 2.
- Bilim Yöntemi (Rêbaza zanistiyê), 1977
- Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 1 Kürtlerin Mecburi İskanı (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 1 Bicihkirina bi darê zorê ya Kurdan, 1977
- Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 2 Türk Tarih Tezi, Güneş Dil Teorisi ve Kürt sorunu (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 2 Angaşta dîrokê ya Romê, Rojeziman û kêşeya Kurd, 1978
- Bilim Yöntemi, Türkiye'deki Uygulama 3 Cumhuriyet Halk Fırkasının Tüzüğü ve Kürt Sorunu (Rêbaza zanistiyê, bikaranîna li Tirkiyeyê 3 destûrnameya Partiya Komar Gel û kêşeya Kurd, 1978
- Cumhuriyet Halk Fırkası'nın Programı (1931) ve Kürt Sorunu (Programa Partiya Komar Gel 1931 û kêşeya Kurd)
- Devletlerarası Sömürge Kürdistan (Kurdistan, mêtîngeha navdûgelî/navdewletî), 1990
- Bilim, Resmi Ideoloji, Devlet, Demokrasi ve Kürt Sorunu (wergera kurdî heye), 1990
- Bir Aydın, Bir Örgüt ve Kürt Sorunu (Ronakbîrek, rêxistinek û kêşeya Kurd), 1990
- Tunceli Kanunu ve Dersîm Jenosidi (Zagona Tunceli û komkujiya Dêrsimê), 1990
- Savunmalar (Berevanî), 1991
- Hayali Kürdistanın Dirilişi (Vejîna Kurdistana xeyalî)
- Bilincin Yükselişi (Bipêşketina hişarê)
Bi almanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kurdistan - Internationale Kolonie, Neuer Isp Verlag 1991, ISBN 3883321885
- Wir wollen frei und Kurden sein - Brief an die UNESCO, Neuer Isp-Verlag 2002, ISBN 3883321214
Helbestek li ser Îsmaîl Beşîkçî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Îsmaîl Beşîkçî
Darekê got |
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hevpeyvîna Azad Kurdî bi Îsmaîl Beşîkçî - ji: heftenameya Agirî, hejmar 89, 15’ê hezîran 2008
- Hevpeyvinek rojnameya Milliyetê bi Îsmaîl Beşîkçî li ser pirsa kurdî - bi zimanê tirkî Girêdana arşîvê 2008-05-13 li ser Wayback Machine
- Li ser kilamên kurdî
- Kurdên Tirkiyeyê
- Tirk çanda xwe bi kurdan çawa didin pejirandin?
- Kurd dixwazin ku bijîn
- Belgefîlma li ser jiyana İsmail Beşikçi, Derhêner: Ahmet Soner