Şêrko Bêkes

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şêrko Bêkes
Jidayikbûn2ê gulana 1940an
Silêmanî, Başûrê Kurdistanê
Mirin4ê tebaxa 2013an (73 salî)
Stockholm, Swêd
PîşeNivîskar , Helbestvan, Fîlozof
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Xelat
biguhêreBelge

Şêrko Bêkes (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Sherko Bekas; z. 2 gulan 1940 – m. 4 tebax 2013) helbestvanekî kurd bû û yek ji mirovên herî dahêner û bilîmet ên wêje û helbestvaniya kurdî yên hevdem bû.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2ê gulana 1940î de li taxa Goyjeya Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê helbestvanê navdar Faiq (Fayeq) Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Wî xwendina xwe ya bingehîn û navîn li Silêmanî û Bexdayê temam kiriye.

Bêkes ji 17 saliya xwe ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn li Silêmaniyê belav kirine. Li Bexdayê zanîngeh jî qedandiye û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey hellbest jî dîsa li vî bajarî di sala 1968an de çap kiriye. Di sala 1969an de kitêba wî ya duyem jî derxistiye.

Bêkes, di hevpeyvîneke ligel nivîskar Mehmed Uzun de got ku, ji helbesta kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin.

Di navbera salên 1965-1987an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî.

Di serê sala 1970î de di nava tevgera "Ruwange" de cîh digire. Ev tevger ji bo helbesta kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bêhna jiyana kurdî ket helbesta kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxistin.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974an, hikûmeta Îraqê Bêkes şand sirgunê, bo başûrê Îraqê, bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Di 1979an de Bêkes vedigere Silêmaniyê.

Şêrko Bêkes di sala 1984an de beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û dibe pêşmerge. Di 1986an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî.

Di 1991/1992an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wekîlê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê.

Di sala 1998an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgeh.

Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîv hatibû dermankirin, di 4ê tebaxa 2013an de li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê gewre yê kurd ku di 73 saliya temenê xwe de bû, li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye.

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêrko Bêkes helbestên xwe bi zaravayê soranî dinivîsandin. Ji ber vê yekê her çiqas ew bi kesaniyeta xwe were naskirin jî helbestên wî li bakur zêde nayê naskirin. Pir hindik helbestên vî helbestvanê navdar li hatine wergerandin bo kurmancî.

Heya niha 20 kitêbên wî yên helbestan hatine çapkirin. Kitêbên wî bi gellek zimanan wek yewnanî, tirkî, erebî, îngîlîzî, fransî, almanî û swêdî hatine wergerandin.

Bi soranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tirîfey hellbest (1968), dîwana helbestan, Îraq.
  • Kawey Asinger (1971), dastaneke helbestî ya ser şanoyê, Îran.
  • Min tînuyetîm be gir eşkêt (1973), dîwan.
  • Askîm (1976).
  • Kazîwe (1978), dîwana kurteşiîran.
  • Rûbar (1986), dîwana çîrokşiîran.
  • Kursî (?).
  • Êsta kiçêkî nîştimanime (?).
  • Keşkollî pêşmerge (?).
  • Dall (1989), çîrokeşiîr, Swêd.
  • Derbendî pepûle (1991), Swêd.
  • Dîwana Şêrko Bêkes, I (Sara, 1990), Swêd.
  • Dîwana Şêrko Bêkes, II (1992), Swêd.
  • Dîwana Şêrko Bêkes, III (1995), Swêd.
  • Mêrgî zam, mêgî hetaw (1996), Swêd.
  • Xaç u mar u rojjimêrî şaîrê (1997), romaneşiîr, Swêd.
  • Bonname (1998), helbest, Kurdistan.
  • Çirakanî ser Helemût (1999), helbest, Kurdistan.
  • Piyawî la darsew (2001), helbest, Kurdistan.
  • Qesîdey rengdan (2001), helbest, Kurdistan.
  • Ezmûn 1985-2000 (2001), Kurdistan.
  • Jîn u baran (2001), helbest, Kurdistan.
  • Xom ew wextey balindem! (2002), helbest, Kurdistan.
  • Kukuxîtiya bizêweke (2003), helbest, Kurdistan.
  • Espêk le perrey gullalle[2].

Helbestên bijartî yên Şêrko Bêkes (Mil, Pilûrey x Zayelle : "Çwar biray qurbanî leyek mallî Kerkûkda!", Adan û hwd) di salên 2010-2011an de li kovara Rexney Çawdêr jî derketin.

Wergerên bo kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gulbijêrek ji helbestên Şêrko Bêkes (1991).
  • Ji nav şiîrên min (1995/2001). Wergêr: Rûken Bagdu Keskin û Bedran Hebîb. Avesta. Helbestên bijartî ji dîwana Şêrko Bêkes in.
  • Dev ji min berde ez dixwazim biçim (2007). Belki.
  • Hemû helbest (2012). Wergêr: Sîrwan Rehîm û Muhsî Ozdemîr. Ronahî, Amed.

Bi zimanên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêrko Bêkes du xelat wergirtine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Şêrko Bêkes - Kitêbên din ên nivîskar / Diğer Kitapları". www.avestakitap.com. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ http://www.serdem.net/book-details.aspx?jimare=49[Girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]