Şêx Şemsedînê Şehrînûhî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îcazenameya Şêx Şemsedîn Şehrînûhî, di sala 1908'an de hat nivîsandin.

Şêyx Şemsedînê Şehrînuhî li mentiqa Botan hatiye dinê.[çavkanî hewce ye]Kurê Şêyx Elî yê Gundikî’ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Dîyarbekir borandiye. Ju (pashê) ji wêdê çuye Rawendiz u Erbîl’ê li wêdê xwendina xwe xilas kirîye. Babê wî Şêyx Elî xelîfê Şêyx Hiseynê Basretî ye. Şêyx Elî neviyê Mele Derwêş e. Ew ji kurê Şêx Xezalî ye. Şêx Xezalî ji kurê Hz. Pîr Îzedîn e. Li nêv millet de bi navê “ Pîr Êzdîn” tê nas kirin. Şêx Şemsedîn di 19 ê Şê’banê sala 1331 ê hicrî icaza xîlafetê standî ye. Şêx Şemsedîn xelîfê mamê xwe Şêx Xalid u yê Şêyx Tahirê Maî ye. Şêyx Xalid u Şêyx Tahir dostên hevên feqetiyê ne. Her du zat ji bi nîsba el-Osmanî el-Xalidî el-Berwarî hatine naskirin. Lê Şêx Tahir ji Berwariyên başûr e.Şêyx Şemsedîn Efendî her car bi sufiyan ve der di ket îrşadê.[çavkanî hewce ye]

Wî u Şêyx Seyda li ser çiyayê Cudî hev du di ihtifalên pîrozbahiyan de didîtin. Yên dîtîn di bêjin wechê her du yan ji wessa spî u munewwer bu ferq ji hev ne di hat kirin. Şêx Şemsedîn li Gundik wefat kirîye. Tirba wî li zîyereta temtemê ye. Cihê zîyeretê ye. Herweha çend şê’r u beytên wî hene. Ger bê kom kirin dibe dîwançeyek. Li ser Dîwana Hz. Mewlana Xalid terbî’ ( çarmalî ), texmîs (pênçmalî )u tesdîsê ( şeşmalî ) wî hene. Piştî Şêx Elî û Şêx Xalid postnişînî kurê Şêx Elî, Şêx Şemsedînê Şehrînûhî kirî ye. Şêx Şemsedîn, xebatên ilmî yên muhîm nivîsî ne. Wekî şerhên hinek fessên Fusûsu’l-Hikem’a Şêxu’l-Ekber Muhyîddînê Erebî û çarmaliya li ser hejdeh beytên Mesnewiya Hz. Mewlana. Şêx Şemsedîn sala 1943’ê yê wefat kirîye.[çavkanî hewce ye]

Piştî Şêx Şemsedîn Şêx Mihemed ev xizmet îfa kirîye. Şêx Mihemed 1985’ê wefat kirîye, ewladên wî ev xizmet dewam kirîne. Ji ewladên Şêx Mihemed , Mele Ebdila û Mele Ebdirehman û Mele Ebdilmecîd xebatên ilmî dewam kirîne. Mele Ebdirehman mucazê ilmî û xîlafetê ye. Di gellik şerîetên nêva eşîr û herêma de cih girtîye û buye wesîla sulh û asayîşê. Wekî şerên di nêva Jîrkî û Mamxuran û Gewdan û Guyan de. Her weha di meselên nexweşiyên di navbeyna Şirnex û Cizîrê an ji di nêvbeyan Cizîrê û Silopiya de. Ewladên Pîr Êzdîn di vî warîde wezîfên muhîmm pêk anîne. Gellik kesatetiyên ehlê hel û eqdê yên şayanê behsê hene wekî Mele Ebdirehmanê Mamê Mela (w.15 Sibat 1978) û Hecî Emerê Mela (w. 1985) û Hecî Silîmanê Qilavî (Silêman Fakhan, w. 1985) gellik zatên din. Mele Ebdirehamanê Mamê Mela kesayetîyek ehlê hikmetê bu. Di şirîeta de bi besîreta xwe ya kûr gellik arîkariya Mele Ebdirehmanê Şêx Mihemed dikir. Va her sê şexsîyetên mezkûr ji bo parastina berjewendiyên maddî û me’newî yên millet gellik işkence û ezîyet kêşane. Ji encama va îşkenceya wefat kirîne.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]