Şêx Nîmetullah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nîmetullah yan Şêx Nîmetullah (jdb. 1860, Rojhilata Kurdistanê - m. 1915, Hewlêr) zanistvanê kurd ê ku li ser mentiq, astrolojî û rêziman gelek berhem nivîsandin.

Di sala 1860an de li bajarê Sîneyê li gundê Hezarkaniyan ji dayik bûye. Kurê Şêx Ebdulkerîmê Merdûhî ye, ji malbateke kurd ên alim û zanyar tê. Şêx Nîmetullah perwerdehiya xwe pêşiyê li cem bavê xwe standiye, piştî wefata bavê xwe jî çûye cem Reîs el-Ulema Şêx Ebdulqadir li wir Quranê ji ber kiriye. Di mescîda Darul Îhsan de pirtûkên fiqihê xwendiye piştî wextan jî bi apê xwe re ji Erdelanê diçe li  Silêmaniyê bi cîh dibe. Şêx Nîmetullah piştî mirina apê xwe ijar diçe Stembolê û cardin ji wêderê tê Hewlêrê di temenê xweyê 55 saliyê de wefat dike.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mihemed Emîn Zekî, Navdarên Kurd û Kurdistanê