Şablon:GH/2012/15
Fraşokeretî, frehîtî, firehketî, di pirtûka pîroz a Zerdeştîtiyê Avestayê de, ji encama herî dawî ya ol û jiyanê re tê gotin. Di kurdî de ev bêje hêj jî heye: Frehîtî, firehiyê ketin. Fraşokeretî yan fraşo ketî, di îraniya kevn de dihatiye bikaranîn. Piştdawî, axretî, felatî, bicihanîna peywirdariyan e. Her ol hedefeke wê heye. Di îslamê de bawermend gorê emelên xwe tên bixelatkirin an cezakirin. Heger gunehên wan pirr bin, diçin dojeh, xêr pirr bin, diçin pardêzê (bihuşt).
Zerdeştî beriya cihûtî, xrîstiyanî û îslamê ye û bandoreke mezin li van olan kiriye. Bo mînak têgînên dojeh, pira siratê, bihuşt, yekxwedayîtî hwd beriya van olan, di Zerdeştiyê de hebûn.
Li gorî baweriya Zerdeştîtiyê, Xwedê gerdûn têkûz û baş afirandibû. Ti xirabî, pisrgirêk nebû. Ji bo qîmeta xêr û başiyê bê fêhmkirin, Xwedê nebaşî û xirabî jî afirand, daku mirov bikaribin bidin berhev, ji başiyê fêhm bikin, cudatiya xêr-bedê bizanibin. Xwedê vîna, îradeya mirovan azad kir. Mirov jî, milyaket jî gorî emelê xwe muameleyê dibînin. Mirov bi îradeya xwe, îradeya mirovan jî bi gerdûnê ve girêdayî ye. Ango zagonên biçûk, girêdayî zagonên mezin in. Sînorên wan hene. Zagonên jiyan û gerdûnê hene. Di dawiyê de başî biserdikexe, xirabî ji holê radibe. Kê tevlî vê karwana têkoşîna biserxistina başiyê bû, ruhê wê tê bixelatkirin, ebedî dijî (bêhtir…)