Şablon:GH/2012/18

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mohsen Namjoo
Mohsen Namjoo

Mohsen Namjoo (jdb. 1976 li Turbeta Cem, bi farisî: ‏محسن نامجو‎) stranbêj, muzîsyenê setarê û nivîskarekî îranî ye.

Mohsen Namjoo di sala 1976an de li Turbeta Cem, li bajarekî biçûk ê li bakûrê rojhilatê Îranê, hate dinyayê û di hundirê malbateke gerdîşî de mezin bû. Namjoo ji zarokatiya xwe pê ve dildariya muzîk û edebiyatê ye. Lewra kêfa wî bi xwendina Quranê gelek dihat û ew wek kilambêjekî ciwan tevlî hinek çalakiyên hunerî dibe.

Wextê ku bavê wî jiyana xwe ji dest dide, Mohsen hê 12 salî ye. Dayik û birayê wî yê mezin biryar didin ku wî bişînin dibistaneke muzîkê. Mohsen li wir ji aliyê Nasrollah Massehpoor perwerdehiya muzîkê distîne. Malbata wî naxwaze ew bibe stranbêj, lê ew mala xwe barî Tehranê dike, da ku li zanîngeha Tehranê beşa muzîkê bixwîne. Bo ku serlêdana wî ji aliyê zanîngehê bê qebûlkirin, divê wî karîbane li enstrumanekê bixe. Ji ber rewşa xwe ya qels a aborî ew biryar dide ku hînî lêxistina setarê bibe.

Serlêdana wî ya bo zanîngeha Tehranê di sala 1994an de tê qebûlkirin. Bi vî havî Mohsen dest bi xwendina xwe ya muzîk û şanoyê dike. Ew di çarçoveya xwendinê de, xwe di derheqê zanista şanoyê û dramaya klasîk de agahdar dike û van tiştan ji bo kilam û xebatên xwe yên hunerî bikartîne (bêhtir…)