Şablon:GH/2016/51

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya MITyê
Logoya MITyê

Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (bi inglîzî: Massachusetts Institute of Technology) an jî bi kurtasî MIT, zanîngeheke teknîk a ku li DYAyê di sînorên federedewleta Massachusetts de dimîne ye. Bi taybetî ji ber ku di warên zanist, endezyarî û ekonomiyê de bi ser ketiye, pir tê nasîn.Di warê endezyarî û teknolojiyê de wek zanîngeha teknîk a herî baş a dinyayê tê qebûlkirin. Heta vê gavê di navbera xwendekar, destûrdar û endamên perwerdehî yên MITê de 72 kes xelata nobelê qezenc kirine û 15ê van xelatan di nav pênc salên dawî de hatine kesibîn. Di zanîngehê de 11.192 xwendekar û 998 personela akademîk hene.
MIT di sala 1861an de hate damezrandin û di sala 1865an de li navenda şarê Bostonê di avahiyeke bikirê de dest pê perwerdehiye bûye. Di sala 1916an de derbasê kampusa xwe ya anayîn ya ku li taxeya Cambridge de ye bû. Di sala 1900an de hate ramandin ku bi Zanîngeha Harvardê ya ku di heman bajar de ye bê tevîhevkirin. Lê destûrdarên(mezûn) MITê bizivîn û paşî jî ev pêşniyaz çê nebû.Girîngiya zanîngehê bi taybetî di dema şerê cîhanî yê duyem de ji ber îcadên leşkerî û zanistî zêde bû. (bêhtir…)