Şablon:GH/2017/16

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya Hindistanê
Nexşeya Hindistanê

Hindistan an Hindûstan an jî bi fermî Komara Hindistanê (Hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê. Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha welatê herî mezin yê duyem ê bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve ye. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat jî Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbê wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.

Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demên berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê. Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (Hinduîzm, Budîzm, Jainizm û Sîhîzm) ye, herwiha Zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna Xiristiyanî û Misilmantî heta sedsala dehan gihane axa Hindistanê.

Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehemîn mezin e. Bi reformên aborî yên sala 1991ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê de artêşa mezin a çarem e.

Hindistan bi rêveberiya xwe ve komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene. (bêhtir…)