Şablon:GH/2017/35

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
hin amûrên giştî yên ku heta domahiya serdema bronzê hatine çêkirin.

Serdema bronzê an jî Serdema tûncê, navê demekê ye ku mirovan ji amêjena bronzê amûr çêdikirin. Bronz awêteya pîl û sifirê ye. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û hem jî dirûvdan (şekildan) hêsantir bû. Serdema bronzê li her cih di heman demê de dest pê nekiribû. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebûbû. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Lê li Mezopotamyayê di beriya zayînê, sala 3300an de dest pê kiribû.

Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bûn û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir dibûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de çêbû.

Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinî dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinî ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê