Serdema hesinî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Amûrên hesinî

Serdema hesînî, heyna piştî serdema bronzê ye. Hilberiya hesinê di salên 1200î yên beriya zayînê de li Anatolyayê dest pê kiriye lê hin berjeng nîşan didin ku ew ji vê tarîxê zûtir dest pê kiriye.[1]

Li Mezopotamyayê, di herêmên Sumeriyan, Asûriyan û Akadiyan de, dibe ku hesin di sala 3000î beriya zayînê de dest pê kiribe.[2] Yek ji berên hesinî yên helandî yên herî kevin ên ku ji aliyê me ve tê zanîn, xencerek bû ku li nav mezelekî hattiyan ê bi tarîxê 2500î BZ  hatiye dîtin.[3] Bikaranîna giştî ya çekên hesinî yê ku cihê çekên bronzî girt, di destpêka sedsala 10em a BZ de li Rojhilata Nêzîk belave bû.

Ji beriya vê demê, mirov amûrên bronz an berheste û qir û qaf bikaranîn. Ew çotkarî dikirin û bi awayekî kombûyî dijiyan. Wekî serdemên berê, di heman demê de li her cih serdema hesinê dest pê nekiriye.  Gelên Ewropayî, Efrîkayî û Asyayî heta sala 500î BZ  derbasî serdema hesinê kirin.

Dîtina hesinê asayî bû lê çêkirina amûrên hesinî zor bû. Sedema wê jî, germahiya helînê ya hesinê ji bronzê zêdetir bû. Wexta ku mirovan fêrî çêkirina amûrên hesinî bûn, pîşeyeke bi navê hesinkerî derket holê. Bi van amûrên baş û zêde, cotkar karibûn berhemenên zeviyê zêde bikin. Digel vê yekê, hinek mirov hebûn ku pereyên daringî dahênandin da ku ew ji bo danûstandinê bibe alîkariyek.

Hesin, tesîrê qadên şerî jî kir. Mirovan zirxên baş û zexm çêkirin. Her wiha hawîşên ku amûrên hesinî çêdikirin, li ser qada şer bi ser diketin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Akanuma H. 2005. The significance of the composition of excavated iron fragments taken from Stratum III at the site of Kaman-Kalehöyük, Turkey. Anatolian Archaeological Studies 14: 147–158.
  2. Chisholm H. 1910. In The Encyclopædia Britannica.
  3. Cowen, Richard 1999. The Age of Iron Chapter 5 Cowen.