Here naverokê

Şablon:GH/2023/35

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyek ji çiyayê Pamîrê
Wêneyek ji çiyayê Pamîrê

WHO yan jî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, (bi îngilîzî: World Health Organisation) saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku ji bo tenduristiya gelemperî ya navneteweyî xebatan dimeşîne. Armanca sereke ya Destûra bingehîn a WHO ev e ku "hemî gelên cîhanê bigihîjin asta herî bilind a tenduristiyê". Navenda saziyê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ye ku şeş ofîsên herêmî û 150 ofîsên qadan li çar aliyê cîhanê hene. Destûra bingehîn a RTCê ji aliyê 61 welatê ve di 7ê nîsana 1946an de hatiye pejirandin. Her sal di 7ê nîsanê de roja tenduristiyê ya dinyayê tê pîrozkirin. Civîna yekem a Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê (WHA) ku saziya rêveberiyê ya ajansê ye, di 24ê tîrmeha sala 1946an de de pêk hat. Karmend û peywirên Rêxistina Tenduristiyê ya Yekîtiya Neteweyan û Ofîsa Navneteweyî ya Tenduristiyê ya Publique, tevî Tesnîfkirina Nexweşiyên Navneteweyî (ICD) bi temamî ji aliyê WHOyê hatiye yekkirin. (zêdetir...)